Di kongreya Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (TEVDA) de ku di  25’ê Hezîranê de li navçeya Xanesor a Şengalê hate lidarxistin, biryara damezrandina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) hat dayîn. Ji bo Serokatiya Giştî ya PADÊ Şêx Qehtan Elî Osman hat hilbijartin û Delal Hisên Xelef û Emer Salih jî weke alîkarên serok hatin hilbijartin. Ji bo Meclîsa PADÊ jî 29 kes hatin hilbijartin. Her weha di kongreyê de komîteyên dîplomasî, ciwanan, aborî, rêxistinbûyîn, çand, jin, zarok û mafên mirovan hatin damezrandin û wê bi rêya van komîteyan xebatên PADÊ bên meşandin. 


Avakirina PADÊ´yê pîroz kirin

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi daxuyaniyekê damezrandina PADÊ´yê pîroz kir û bang li hemû partiyên Kurd kir ku piştgiriyê bidin PADÊ´yê. 

Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev gav nîşaneya rêxistinbûna civaka Êzîdî li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Dem ne dema 8'ê Tebaxa 2014'an e. Ne dema beriya 3'ê Tebaxê ye. Êzîdî ne Êzîdiyên beriya fermanê ne. Îro Êzîdî bi hêz in, bi rêxistin in. Bi saya felsefeya Rêber Apo û tevgera azadiyê qedera xwe xistine destê xwe. Azadî, xweserî û statuya Şengalê wê li ser felsefeya Rêber Apo bê avakirin."

Meclîsê bang li hemû partiyên Kurd kir ku piştgiriyê bidin Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan û got, "Ji ber ku Şengal bê Kurdistan nabe, Kurdistan jî bê Şengal nabe." 


 ŞENGAL