Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bejahiya rojava ya Dêrazorê li gundê Mehîmîdiya buroya xwe bi merasîmekê vekir.
Di çarçoveya danasîna partiyê û naskirina armancên wê de Partiya Sûriyeya Pêşerojê navendeke xwe bi merasîmekê li gundê Mehîmîdiya vekir. Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan, şervan û fermandarên QSD’ê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma vekirinê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, Îbrahîm El-Qeftan axivî û vekirina buroyê li şêniyên Dêrazorê pîroz kir û diyar ku partiya wan a hemû gelê Sûriye û kesên banga azadî, pirrengî û û nenavendî dikin.
Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Dêrazorê Hanî El-Efyan jî axivî û got vekirina buroyê ji bo Dêrazorê gavekî pir girîng e da ku gel bi hev re bibe alîkar di yekbûna axa xwe de û dengê xwe bigihînin her kesî.
Deriyê buroyê ji aliyê keça şehîd Xalid Deham El-Beşîr, Fatime El-Beşîr ve hate vekirin. Di dawiya merasîmê de, koma Zerdeşt Kobanê şanoyek der barê êş û azarên zarokên Efrînê de pêşkêş kir, her wiha strana bi navê ʺBi hev re zarokên cîhanê stranan bêjinʺ hate gotin.
DÊRAZOR