Konferansa Navnetewî ya ji nûve avakirina Kobanê di 2-3’ê Gulanê de li Bakûrê Kurdistanê bajarê Amedê tê lidarxistin. Gelek alî ji hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî vê konferasê dibin.
Parti û saziyên Başûr pêr li bajarê Hewlêrê li buroya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP)’ê civiyan. Di civînê de partiya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan (YNK), Partî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Komînîst a Kurdistan, Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan, Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK), Rêveberên DBP yên Hewlêr û Rêveberên PYD’ê yên li Başûrê Kurdistanê tevlîbûn. Her wiha nûnerên rêxistin û saziyên sivîl jî tevlî civînê bûn.
Di civînê de li ser Konferansa Navnetewî a jinûve avakirina Kobanê ku di 2-3’ê Gulanê de li Amedê pêk were hat nîqaşkirin. Partiyan diyarkirin ku divê başûrê Kurdistanê ji bo jinûve avakirina Kobanê bikeve nava seferberiyê.
ROJNEWS/HEWLÊR