Mahmût diyar kir, Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya 2013’an ji bo ku partiyan tenê li berjewendiyên xwe nerîn bi ser neket û got: “Banga KCK’ê ji bo hemû partiyên siyasî û aliyan e. 2013’an li Selahadînê ji bo Kongreya Neteweyî nîqaş bikin hemû aliyên siyasî civînek pêk anîn. Lê mixabin ev xebat û hewldan ji ber ku hin partiyan berjewendiya xwe da pêş neçû sêrî. Li çar parçeyên Kurdistanê divê amadekarî baş werin kirin û bi vî awayî kongra netewî were pêkanîn. Yên ku neyên kongra netewî jî divê werin beralîkirin. Partiyên siyasî divê derkevin derveyî sînorên berjewendiyên xwe û ber bi yekîtiya netewî ve gav bavêjin.  Divê em berdewamiya civîna Selahadînê ya 2013’an bînin û bi vî awayî biçin yekîtiya neteweyî.”

‘Mesele ya me hemûyan e’

Kamîl Mahmût got: “Meseleya yekîtiya netewî ya Kurd  divê ne tenê meseleya KCK’ê be, divê meseleya hemû partiyên siyasî be” û bi berdewamî got, “Em weke Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, em ê tevlî wê kongreyê bibin ku ji kontrola yek partiyê dûr e. Lê tekane şertê me ew e ku kongre bibe kongra netewî. Di nav hemû partî û hêlên siyasî yên parçeyên Kurdistanê de kêşe hene. Ev kêşe nikarin kêşeya netewî çareser bikin. Problema me ya esasî ew e; em çawa dikarin yekîtiya netewî pêk bînin? Kurd divê bibin yek.” 


 SILÊMANÎ