Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, parlamenterê YNK’ê yê Parlamenta Iraqê Arez Abdullah, Endamê Meclîsa PJAK’ê Şêrzad Kemanger û Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt axivîn û bang li hemû derdoran kirin ku dengên xwe bidin HDP’ê.

Parlamenterê YNK’ê yê Parlamenta Iraqê Arez Abdullah diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî nîne û got, “Demekê, hikûmeta AKP’ê digot ku ew ê pirsgirêka Kurd çareser û bi vî rengî di nava her kesî de rê li ber hêviyê vekir. Me jî got, ‘Eger HDP bikeve parlamentê wê deriyê diyalogê hîn bi xurtî vebe’. Lê belê em dibînin ku hikûmeta Tirk careke din dest bi şer kir. Ne tenê êrîşî Bakurê Kurdistanê dike, di heman demê de êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Bi dehan gund bomberdûman kir. Mirovên sivîl şehîd xistin. Li bakur jî zexta polîs û leşkeran zêde dibe.”


‘Li derdora HDP’ê bicivin’

Endamê Meclîsa PJAK’ê Şêrzad Kemanger bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo gelê Kurd û got, “Serketina îro li gelek parçeyan hatiye bidestxistin, gelekî bilind e. Bi taybetî piştî Kobanê, serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji bo Kurdan desketiyeke mezin bû. AKP a xwe li vê ranegirt, xwest bi zext, şîdet û lîstikan van serketinan pûç bike. Bi vê armancê li Kurdistanê komkujî kir. Tecrîdê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne. Wekî din ji bo pûçkirina destketiyên Kurdan ya ji dest tê dike. Li hemberî vê yekê divê gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li azadî û demokrasiyê li dora HDP’ê bicivin.”

Berdevkê Dîplomasiyê yê Tevgera Goran Rawaz Halkawt jî anî ziman ku weke tevger ew destekê didin hemû parçeyên Kurdistanê û gelê Bakurê Kurdistanê yê li hemberî zext û şîdetê li ber xwe dide, silav dikin.