Çar partiyên siyasî yên Kurd, biryara xwe eşkere kirin ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de destekê bidin namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş.
Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK’ê bi navê “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî diyar kir ku wan hewl daye tifaqeke hilbijartinê ya berfireh ava bikin û bang li hilbijêrên xwe kir ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedin Tifaqa Cûmhûr û Millet û nedin namzetên wan ên serokkomariyê.
Tifaqê ragihand, Erdogan partiya wî li polîtîkaya berê ya dewletê vegeriyaye û mafên bingehîn ên Kurdan weke gefekê li dijî “siberoja dewletê” dibîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev nêzî du salan e ku AK Partî li ser meseleya Kurd, der barê maf û azadiyan de gotineke bi tenê jî negotiye. Li şûna vê yekê pesnê xwe bi operasyonan û kuştinê dide.”
Em Kurd destê xwe xurt bikin
Tifaqê bal kişand ser gotin û polîtîkayên AKP’ê yên ku Başûrê Kurdistanê biçûk dixînin û di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê de jî bi zimanekî siyasî yê ku pesnê xwe bi hejmara kuştiyan dide, axivî.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “gotinên AKP´ê niha û beyannameya wê ya hilbijartinê, nîşan didin ku ew ê siyaseta xwe ya tirsnak bidomîne.”
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî got, “Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de nede Erdogan ku polîtîkaya fermî ya înkar û asîmîlekirina Kurdan bi rê ve dibe.”
Tifaqê xwest, li derveyî Demîrtaş deng ji namzetên din re jî neyê dayin û got, “Ev helwêsta me wê zemînekî amade bike ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de destê Kurdan xurttir bibe û Kurd bi rola diyarker rabin.”
Tifaqê biryara xwe ya ji bo destekkirina Demîrtaş wiha dewam kir: “Tevî hemû kêmasî û şaşitiyan jî, di hilbijartina Serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş ku mexdûr e.”
Li ser hilbijartina parlamenteriyê jî tifaqê diyar kir ku ew bawer in, endam û alîgirên wan wê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanî, bi hesasiyeta neteweyî dengê xwe bidin û got, “Bi vê bîr û baweriyê, di hilbijartina parlamenteriyê de endam û alîgirên me azad in.”
NAVENDA NÛÇEYAN