Doh 25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava bi navê ‘Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd’, sîwaneke siyasî bi armanca yekkirina refa kurdî ava kirin. Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê jî yek ji wan partiyan e. Li ser mijarê, hevserokê partiyê Telal Mihemed got, "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi armanca yekkirina helwêst û refa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û yekkirina xîtaba Kurdî li Sûriyê li gel guhertinên li herêmê, însiyatîfek dest pê kir. Piştî wê înîsiyatîfê gelek hevdîtin di navbera hêz û partiyên Kurd de pêk hatin." Telal Mihemed li ser sîwana ku partiyên siyasî bi navê ‘Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd’ ava kirine jî got, "Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, êw ê têkiliyê bi partî, hêz û rêxistinên li herêmê re deyne." Telal Mihemed bi bîr xist ku armanca sereke di vê qonaxê de yekkirina ref û xîtaba Kurdî li Sûriyê ye. Wî her wiha diyar kir ku wan komîteyek ji 7 kesan ava kir û erka wê ew e ku bi navê 25 partiyan peywendiyê bi partî û rêxistinan hemûyan re deyne ku di nava wan de Meclisa Nîştimanî ya Kurd jî heye. Her wiha dê di civîn û çalakiyên ji bo pêkanîna yekîtiya nîştimanî de, ew ê nûnertiyan her 25 partiyan bike. Mihemed piştrast kir ku ew ê bêyî cudahî, bi partiyan hemûyan re bikevin têkiliyê. Tê payîn ku di rojên pêş de komîte dest bi karê xwe bike. ANHA/QAMIŞLO