Ji roja Iraq hate avakirin heta niha bêyî pirsgirêk derbas nebûye. Ev yek di wê dawiyê de di navbera mezhebên Şiî û Sûnî'an de gehişt asta herî jor. Di niha de Tarîq Haşimî cîgirê serok komara Îraqê ye, Salih Mutleg jî cigirê serok wezîrê Nûrî al-Malîkîye. Herdû jî di nava Lîsta Eyad Elawî, lista al-Iraqiye cih digrin ku ev lîste sûniyan temsîl dike. Haşimî û Mûtleg beriya niha di derbarê rêve birina Hikumeta Iraqê rexneyên tuj ji Malîkî yê Şiî mezheb girtibûn. Herê dawî Mutleg cigirê Serokwezîr re gotbû ku Serokwezîrê Iraqê Malîkî kesekî diktator e.

18'ê Kanûnê: Roje operasiyonê

Malîkî dema ji serdanê xwe ya Emerîkayê vegeriya, gera Waşintonê bi setratiyeke herdu aliyan bilêv kir. Di heman roja paşve kişana hêzên Emerîka ya li Iraqê de, Malîkî di 18'ê Kanûna 2011'de dest bi operasyona girtinê kir. Li dijî van neyarên xwe sekinî ku tim hikûmeta wî bi 'Hikumetek zehîf' wesif dikirin. Roja ku Malîkî di sala 2006'de jî Hikûmet pêk anî aloziya û nakokiyên di navbera wî û Haşimî de jî dest pêkiriye.
Ev yek jî di dermekê de bû hêzên Emerîka piştî 8 salan (2003-2011) li Iraqê man. Piştre li şîna hêzên eskerî 15 hezar kes wek kesên diblomasî ji bo konsûlgeriya Bexdeyê yên Emerîka li Iraqê bi cîh kir.

Şîiyan firsend bidest xist
Di van çend salan de gelek caran nakokiyên Sûnî û Şîiyan kur bû. Herî dawî jî bi bilav kirina îtirafa 3 nobetdarên Haşimî ev nakokî diha kûrtir bûn. Malîkî jî fermana girtinê ji boyî Haşimî derxist.Malîkî di roja 19'ê Kanûna 2011'an de fermanê girtinê ji bo haşimî derxist. Haşimî ku tim gûmana wî li ser rastiya hêzên emin û deshilata dozgeriya Iraqê hebû, amadebûna xwe li ber dozgerê Herêma Kurdistanê nîşanda. Ev axaftin jî rojek piştî derketina firmana girtinê wî hat dayîn.

Haşimî û qanûna terorê

Firmana girtinê Haşimî li gorî xala 4'an a sekna li dijî terorê hatiye dayîn. Xal wiha ye: " Herkes karek teroristî pêk bîne an jî beşdarî vê kiryarê bibe, ceyzayê wî kesî darvekirin e". Li gorî axaftinên berdevkê çapemeniyê Wezareta Karên Hundir a Iraqê Hela Dhamî, ev firmana girtinê Haşimî ji aliyê 4 dozgeran ve hatiye dayîn.
Malîkî ji bo ji gurev girtina cirgrê xwe yê sûne 'Salih Mûtleg' nivîsandbû ku ev yek girêdayî vê yekê ye ku Mutleg gotiye' Malîkî diktatror û kes nikare bi wî re kar bike' binav kiriye.

Ji bo Iraqê Kongre
Bi armanca çareseriya aloziyê vê carê jî Kurd bûn pêşeng. Haşimî reviya Herêma Kurdistanê xwe li pişt Kurdan veşart. Sûd ji pêwendiyên navbera Herêma Kurdistana Federal û Malîkî wergirt. Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî kongireya netewî pêşniyar kir bi şertekê tev aliyên Iraqê (Şiî û Sûnî) têde cih bigrin.

Ji lîsteya al-Iraqiye boykot

Perlemtoya Iraqê ji 325 kursiyan pêk tê. Lîsta al-Iraqîye xwedî 83 perlemanterane û 9 wezaret ji 19 wezaretên kabîneya Malîkî di destê wî deye. Serokê Perlemantoya Iraqê Ûsame Nûcêfî yê sûne mezheb e.
Lîsta Iraqiye ji bo demekê civînên Perlemantoya Iraqê heya 29'ê Rêbendana 2012'an boykot kir. Memurên wî jî gurevên Hikumtê li gorî pêwîst pêk ne anîn û karên xwe dan seknandin.
Eyad Elawî Serokê Lîsta al-Iraqîye ye û hempeyîmana Haşimiye. Herê dawî Elwî di 'Facebook'ê de tenê ev yek nîvîsand: " Demokratî li Iraqê ketiye xeterê û hildiweşe. Em ji vê yekê ditirsîn ev yek bi gehîje asta şerê tayîfî û rijandina xwînê. Bi taybet dema ku em rewşa herêmê li ber çavan bigrin".

Dabeşkirina Iraqê  ji bo sê parçeyan
Senatorê DYA'yê Joe Biden ku niha cigirê serokê Emerîka Omabaye, di sala 2006'de pêşniyaza 'Dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan kir ku Her herêmek jî xwedî hêzek ser bixwe be.
Tê texmîn kirin ku nakokiya Malîkî û neyarên wî yên siyasî bidome û gelek tiştên din bixwe re bîne. Hin alî çareseriya pirsgirêkên Iraqê di dabeş kirna Iraqê ji bo sê parçeyan de dibînin.  Her ku diçe nakokiyên di navbera Şiî, Sûnîyan û Kurd bi herdû aliyan re zêdetir dibe. Pirsên Pêşmergeh, Petrol û bûtce di navbera Herêma Kurdiatanû û aliyên Iraqê de herçend niha zêde nayê baskirin, lê hêj jî ev pirsgirêk di domin.

Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe

Prof. Dr. Cebar Qadir:
Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Cebar Qadir derbirî ku tev alîyên Iraqê dibêjin em piştgiriya cîh bicîkirina zagona bingehîn a Iraqê dikin û berovajî vê gotinan tevdigerin. Qadir wiha got: "Tevaliyên Iraqê dibêjin em piştgiriya cîh bicîkirina zagona bingehîn a Iraqê dikin. Lê di piratîkte her kes dixwazwe ev xalên zagonê pêk bên ku li gorî berjewendiyê wî ye. Iraq ber bi asoyek nediyar ve diçe".
Qadir diyar kir ku bi vekişana eskerên Emerîka (DYE) ya li Iraqê valahiyek hêz û siyasî li Iraqê derket holê. Aliyên Şiî dixwestin zêdetirîn deshilat û qezanc par di destê wan be. Ji ber vê yekê jî wan dest bi operasyonê kir. Di aliyek din Sûnî'an xwest wesa nîşan bidin ku bi paşvekişiyana Emerîka yê hêzên ku bi Emerîkiyan re bûne nikarin Iraqê bi parêzin.
Qadir destnîşan kir ku li Iraqê ji bo navberkariyê aliyê sêyemîn pêwîste. Prof. Dr. Cebar Qadir got: " Kurdi nikarin navber karîyê bikin. Jiber ku dema pirsê Kurd bi wan re der keve Şiî û Sûnî herdû bi hevra dijatiya Herêma Kurdistanê dikin. Jiber vê merca navberkarî di Kurd de nîne...Ev hewlên ji bo çareseriyê jî tên dayîn tam çareseriyê bixwe re nayînin, pêngavên pînekirinê ne".
Qadir balkişand ser îtimala dabeşkirina Iraqê ji bo sê parçeyan û got: "Wek tê gotin bi nêrînê min jî Iraq wê bi be sê parçe. Îtimale destpêkê ev parçebûn wek cudabûn neyê qebûl kirin. Behsa terzek konfderalî bê kirin... Eger nakokiyê Şiî û Sûnî'an wesa bidome îtmale Kurd jî bi neçarî dewleta xwe îlan bike. Ez wesa dibînim derfeta bi hevra jiyan kirinê li Iraqê pir kêm bûye. Iraq ber bi asoyek nediyar ve di çe".
Qadir got: "Asoya pêşkeftinên niha ya Iraqê ne cihê dilxweşiyê ye. Iraq ber bi asoyen nediyar ve di çe. Ez bawerim wê kesên Ereb jî bigehîjin vê bawerê ku jî ji rijanrina xwînê baştir ewe ku Iraq bê parçe kirin. Ji bona rê li rijandina vê xwînê bê girtin".


Welatên cîran mûdaxele dikin

Hiqûqnas Nûrî Talebanî: Hiqûqnas û Serokê Akademiya Kurdî Dr. Nûrî Talebanî, diyar kir ku Iraq di rewşeke aloz a siyasî re derbas dibe. Talebanî anî ziman ku sedema vê yekê nakokiya mudaxeleya welatên cîran e û got: „Welatên cîran mûdaxeleya karûbarên Iraqê dikin“.
Dr. Nûrî Talebanî derbirî ku dema ev xalên ku Şiî û Sûnî di kongra Hewlêrê îtifaq liser kirin û îmzakirine bi cidî pêk bên, wê ev pirsgirêk bên çareser kirin û wiha axivî. „Her aliyê tev li rêvebirina karûbarê dewleta Iraqê dibin. Lê wisa tê dîtin ku ev alî ne amadene bi vê şêwazê Iraq birêve bibin.“
Dr. Nûrî Talebanî alozbûna nakokiyên navbera aliyê Şiî (Malîkî) û Sûnîyan (Haşimî) ji bo hatina haşimî a herêma Kurdistanê vegerand û got: „Hatina Haşimî ji bo Herêma Kurdistanê nanokîyên veşarî aşkere kir. Pêwîste pirsa Haşimî li gorî qanûn bê çareser kirin. Pirsa Haşimî pirsek siyasî û qanûniye. Lazime bi qanûnê bê çareser kirin.“
Talebanî destnîşan kir ku girêdana ‘kongireya niştîmanî’ ku Celal Talebanî pêşniyaz kiriye lazime li gorî rojevê be û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Eger hemû alî bi vê kongreyê qayîl bibin û bi niyeta çareseriyê beşdarî kongireyê bin wê encamek baş jê derkeve. Lê li gorî tiştên em dibînin û dixwînin wisa tê xuya kirin ku niyetê wan aliyan ya çareseriyê tune. Ji bo çareseriyê jî bingehek nehatiye ava kirin. Gelek pirsgirên din jî hene ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê hêj nehatine çareser kirin. Em dibînin niha hikumeta Iraqê ber bi vê yekê ve diçe ku yekalî hûkmê Iraqê bike. Wê çaxê jî em bi pirsgirêkên mezin rû birû bîn. Hikûmeta berê ya Iraqê (Bess) jî yekalî hûkim dikir ji ber vê kêşeyên mezin derketin.“
Talebanî destnîşan kir ku Rewşa Iraqê nasekine bi teybet di dema şoreşa bihara gelan rojhilata navîn di rewşek teybet derbas dibe, rewşa Surî jî di rojevê deye. Wê rewş bandorê xwe li Iraqê jî bike. Eger her alî li gorî destûr tev negerin ez bawerim Iraq ber bi rewşek nediyar ve biçe.“


Iraq li ser bingeheke seqet ava bûye

Pisporê felsefeya dewletê Abdûlxaliq: Berpirsê Dezgeha Standard û pisporê felsefeya dewlet Mesûd Abdûlxaliq anî ziman ku bêy ku mafên Kurdan bên parastin dixwazin Şiî û sûniyan li hev bînin. Abûlxaliq destnîşan kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê hê jî stratejiyeke a Kurdan pêş neketiye. Abdûlxaliq got: “Destpêkê de Iraq li ser bingehek seqet (nebaş) hatiye avakirin.”  Abdûlxaliq diyar kir ku di nakokiyên li Iraqê de aloziya Rojhilata Navîn heye. Abdûlxaliq got: “ Destpêkê Iraq liser bingeheke seqet hatiye ava kirin. Kesên şoreş pêk anîn hatin ceza kirin, lê yên alîkariya dagirkeriya Îngîlîstanê kirin jî hatin xelatkirin.“
Abdûlxaliq anî ziman ku suniyên naverasta Iraqê li dijî Înglistanê şoreş nekirin. Ji bo hatina Amerîkayê bûn alîkar û wiha axivî: “Sûniyan piştgîriya piştgirî nedan ‘şoreşa Erebî ya bi serokatiya şerîf Hûsênê Mekke’ dihat binav kirin. Tevî avakirina Iraqê, înglîzan Iraq radestî kêm netewa Ereban a mezhebê Sûnî kirin. .”
Mesûd Abdûlxaliq diyar kir li Iraqê Kurd hatin kimyabarankirin û gundên wan hatin wêran kirin û wiha axivî: „Gelek Şîiyên zana û xelkê wê hat darvekirin û herî dawiyê jî serdana mezarên Kerbela, necef û merasîma Aşûran li wan hat qedexe kirin. Şiî qedexekirina aşûran, wekî qedexe kirina maf û azadiyan dibînin.“  Mesûd Abdûlxaliq anî ziman ku piştî 2003’an di navbera Sûnî û Kurdan de nakokî hatin derxistin û wiha pê de çû: „Şiiyan jî ev yek wekî firsend dîtin û bi xwepaşvekişandina Amerîkayê re xwe bihêztir kirin. Rê nedan careke din zanayên wan bên kuştin. Lewma hewl dan ku Sûnî lawaz bikevin û nekaribin careke din bibin desthilatdar.”
Abdûlxaliq der heqê herêma federalî de jî axivî û got; „Heke Sûnî li Iraqê herêmeke federal ava bikin, di navbera wan û şîî, wan û Kurdan de gengeşî pêş bikeve. Heke piştgiriya federaliya li Iraqê hatiba kirin xala 140 a zagona bingehîn a Iraqê jî dê hatiba rûniştandin. Kurd, Şiî û sûniyan yan baweriya xwe bi federaliyetê nîn in.“


Pirsgirêk Kurdan dixe nava nakokiyan


Siyasetmedar Abdulxenî Alî Yehya:  Şirovekarê siyasî Abdulxenî Alî Yehya, rewşa siyasî ya Iraqê û nakokiyên Malîkî û Haşimî nirxand.   Alî Yehya diyar ku ev nakokiyên niha yên li Iraqê di navbera Şiî û Sûnîyan de pêk tê û bandora xwe li ser Kurdan dike û wiha got: "Ev pirsgirêk Kurdan jî eleqeder dike. Iraq û Emerîka di sala 2008'de îtifaqek îmza kirin. Pêwist bû Emerîka heta dawiya 2011'an hêzên xwe yên leşkerî derxistinana. Dihat gotin ku dema Emerika hêza xwe bikişîne nakokîyên di nava sûne û Şîiyan de dê mezin bibe. Ji ber ku Sûnîyan tim hewl di da carek din vegerin deshilatê, li gel deshilatdarên Şîiyan re bi nakokiyên mezin ru birû man. Di roja vekişyana leşkerên Emerîka Malîkî dest bi girtin û nêçiriya kevne Bessîyan, remzên Sûnî û aliyên ku sûne temsîl dikin, kir. Di Gelawêja 2009'de hejmarê eskerên Emerîkî ji bo 50 hezar serbazan hat kêm kirin. Amerîka bêyî ku wan pirsan çareser bike, bi vekişiyana hêzên xwe ya li Iraqê pirsgirêkên olî, mezbehî, tayîfî (Şiî û Sûnî) li peyî xwe hêşt.
Her çiqasî niha herî zêde nakokiyên di navbera Şiî (Malîkî) û Sûnî'an kur bûye, lê Kurd jî ji nakokiyan ne gelekî dûr in."
Alî Yehya anî ziman ku nakokiyên niha yên li Iraqê di navbera Şiî û Sûnîyan de, dê bandorek neyînî li ser Kurdan bike. 


AZÎZ KOYLUOGLU/ SERBAZ SIYAMEND - DÎHA/HEWLÊR