Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) xebatên xwe yên bi mebesta çareseriya aloziya Sûriyê û danasîna tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hundir û derveyî welêt didomîne. Herî dawî di 29 û 30`yê Hezîranê de li peytexta Fransayê Parîsê bi tevlibûna kesayetên niştîman û demokratîk komxebatek li dar ket. Di komxebatê de dozên girêdayî nexşeya çareseriya aloziya Sûriyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser û awayên li darketina kongreyek niştîmanî ya opozîsyona demokratîk hatin nîqaşkirin.
Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar têkildarî xebatên meclîsê yên li derveyî welat û planzasiya wê peyivî.
Hinek alî tevlî nebûn
Riyad Dirar li ser armancên civîn û komxebatên demên dawî got; ”Di her sê komxebatên li Eyn Îsa û Kobanê de, me vexwendname ji piraniya kesayetên muxalif, hêz û partiyên siyasî yên hundirê Sûriyê re şandin. Rêjeya beşdarbûna aliyan ne bi dilê me bû. Ji ber hindek alî girêdayî prespektivên siyasî yên din bûn û nikarîbûn bêyî wan biryarek siyasî bigirin. Hinek aliyên siyasî yên din jî tev li civînê nebûn ji ber ku bi Rejîma Sûriyê ve girêdayî ne.
Li Elmanya, Viyana û Misrê
Riyad Dirar wekî din got; ”Li gorî plansaziya me em ê di orta meha bê de civînên şêwrê li Viyanayê li dar bixin. Piştre em ê hewl bidin civîn, hevdîtin û komxebatekê li Elmanya li dar bixin. Piştî wê em ê berê xwe bidin Misrê, civîn û komxebatan li dar bixin.”
Li ser tercûbeyan hat nîqaşkirin
Riyad Dirar li ser nîqaş û bendên ku di komxebata Parîsê de jî got, ” Di komxebata li Parîsê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin, pênasekirina Rêveberiya Xweser ya destpêkê bû. Ev xal bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin, ji ber ku gelek pirs û rexneyên beşdarên komxebatê girêdayî tecrûbeyan bûn. MSD`ê bi awayekî zelal bersiv da pirsên beşdaran û nêrînên wan ên li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser hatin rastkirin. Nexşerê ku di hevdîtinên diyaloga Sûrî-Sûrî de yên li Kobanê û Eyn Îsayê hatibû pêşkêşkirin hatin nirxandin. Beşdar nêrînên xwe yên dewlemend girêdayî vê xalê gotin û dibe ku li ser wê paşeroja Sûriyê bê avakirin. Xala sêyem jî girêdayî makenîzmeya vexwendina kongreya niştîmanî ya demokratîk bû. Di vê xalê de kes, partî û hêzên ku dibe werin vexwendin, hatin nîqaşkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN