Saziya bi navê Centre for Kurdish Progress li Parlementoya Ingilîstanê der barê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û vekişandina Hêzên DYE´yê de civînek li dar xist. Nûnerên siyasî yên aliyên cihê, hîndekarê Kîng’s College Bill Parl jî di nav de gelek akademîsyen û rojnamevan beşdarî civînê bûn.
QSD hêza sereke ya herêmê ye
Rojnameger Wladimir van Wilgenburg got, “Ligel ku li Bakurê Sûriyeyê pirsgirêk hene jî, rewşa wê ji welatên cîranên wê baştir e. QSD ya ku bi pêşengiya gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne, modela herî pêşverû ya herêmê ava kiriye. Di warê mafê jinan, zarokan, olî û demokrasiyê de gelek bipêşketin bi dest xistine.”
Wîlgenbûrg diyar kir ku biryara vekişandina DYE’yê wê paşeroja herêmê şêlû bike.
‘Divê modêla Ocalan were parastin’
Parlementer Lloyd Rûssel-Moyle jî bi bîr xist ku di Nîsana bihurî de ew çûbûn Rojava û rewşa li herêmê wan bi çavê xwe dîtiye û got, “Hemû gavên ku li dijî modela li ser fikrên Abdullah Ocalan, wê bêberpirsyartiyeke mezin be.
ANF/LONDON