Gundîyên ku çûne Zozanên Qandîlê di bin gef û neheqiyên pastarên Îranê de dijîn. Hate zanîn ku pastar ji welatiyan bi zorê avê dixwazin û kesên avê ji wan re nabin jî rastî êrîşên derûnî û sincî tên. Welatiyan, anî ziman ku pastar ji wan re dibêjin ‘Hûn dê avê ji bere bînin. Ger ku hûn avê nînin em rehetiyê nadin we“ û gefan li wan dixwin. Gundîye bi navê Qadir Hesen, diyar kir ji ber bombebaranan mecbûr mane ku dest ji zozanên xwe berdin û wiha got: “Em li zozanên xwe bûn piştî ku Rejîma Îranê dest bi êrîşan kirin em mecbûr man ku dest ji zozanên xwe berdin. Pastar zorî li me dikin ku em ji wan re avê bikişînin.“
Hesen da zanîn ku wan dest ji malên xwe berdaye û çend roj in bi zarokên xwe ve li ser rêyan, bi pêxwasî zarokên xwe xistine rêyan. Hesen, anî ziman ku ku dewleta Îranê mala wan wêran kiririye wiha got: ‘’Em li ber tavê di nava zorîyek gelek mezin de dijîn. Eger wiha berdewam bike em dê hemû ji birçînan bimirin.“ Hesen, xwest operasyon bê rawestandin û bi aramî li zozanan bijîn.“

‘Her tim em li wan çîyan bûn’
Mexdûrê topbaranan Mirûd Mihemed jî anî ziman ku Îran bi bombaranên xwe ew xistine rewşek xeter û wiha axivî: “Ji ber bombebaranên Rejîma Îranê şev û roj em li wan çiyan bûn. Armanca Îranê ew bû ku zindiyan nehêle. Ji ber wan êrîşan ew mecbûr mane ku bikevin van rêyan.” Mihemed, da zanîn ku ji ber ketine rêyan rewşa wan pir xerab e û wiha berdewam kir: „Em ji Hikûmeta Herêmê dixwazin ku ji wan re bibin alîkar.
Mihemed Qadir jî da zanîn ku ew ji tirsa topbaranên rejîma Îranê nikarin tiştekê bikin wiha pêde çû: “Ez şivanbûm li ber pêzê xwe ji ber ji raste rast em kirin hedefa xwe ji ber hewan û topan ne me nekarî em li cihê xwe bimînin bi şev mecbûr man ku bi sewalên xwe ve ji zozanan werin xwarê.“

Çar kes û nanek!

Koçbera topbanên Îranê Zêrîn Helwa jî da zanîn ku ji ber bombebaranan ji cih û warên xwe hatine li vê derê bi cih bûne lê li vîr jî jiyana wan di xeterîyêde ye û wiha got: “Em li ser cihê xwe bûn tu pêwîstiyên me nebûn ji ber van topbaranan niha nanek bi me hizrete, min xwest ez nan danim tiştek nine ji em çar Kesein tenê nanek me heye.” Zêrin, da zanîn ku dema ku ew dihatin pastaran seyê wan li pêş çavê wan kuştîye û niha sewalên wan bê ewlekarîye. Zêrînê wiha berdewam kir: “Ev dewleta îranê ji xwedê natirse li tu tiştekê nabure, ew pir ditirsin şev û roj ji ber topbaranan nikarin razin.” Daxwzên xwe ji bo Hikûmeta Herêmê jî anî ziman, ji hikûmetê xwestin ku herî kêm bila zext li Îranê bikin ku van bombebaranan rawestînin, nexwe bi vî awayî em nikarin bijîn.


AYTEN TURAN/DERYA GULTEKİN - DÎHA/HEWLÊR




‘Divê kurd bê deng nemînin’

 Berpirsiyarê Sendiqaya Rojnamegerên Kurdistanê yê Leqê Kerkûk Letif Fatîh, êrîşê Komara İslamî ya Îranê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrîşên Îranê şikandina têkoşîna gelê kurd e.

Ji herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe nerazîbûnên li hemberî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li hemberî sinorên herêma Federal a Kurdistanê mezin dibin. Berpirsiyarê Sendiqaya Rojnamenusên Kurdistanê yê leqê Kerkûkê û rojnamevan Dana Esker jî nerazîbûnên xwe nîşandan û êrîşê şermezarkirin. Berpirsiyarê Sendiqayên Rojnamenûsan ya Kurdistanê yê leqê Kerkûk Latif Fetih, diyar kir ku ev êrîş û topbarane sitemkariye û wiha got: “Li gorî min topbarankirina sinorên Herêma Federal a Kurdistanê sîstemkariye. Ev jî tê wateya ku cellad dest bi qetilkirna xelkê bê guneh kiriye. Her kes dizane ku bi salan e kurd li van navçeyane li hemberî êrîşan ru bi rûne. Ev êrîş bi îtîfaqa Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriye pêk tên.“

‘Pêwîste hemû kurd rabin ser piyan’
Fetih, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser yekîtiya kurdan û wiha axivî: „Divê çar parçeyên Kurdistanê li hember van êrîşane dakevin kolanan. Ev 100 salin komara Îslami ya Îranê kurdan dide ber topan. Lê heya niha nekariye kurdan û Qandîlê tune bike. Em hemû dizanin navê Hitler bi çi çûye, ev kesên wekî Hitler û yên din di dîrokê de wek cellat têne ditin.“ Herî dawî Letif Fetih ji bo piştgiriya endamên PKK’ê got divê wan kom çêkiribana û em çûban Qendilê. Ji ber ku armanca van hêzane ew in têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bişkênin.“

‘Hêcetkirina gerîlayên PJAK’ê ne rast e’
Rojnamevan Dana Esker jî topbarankirina Komara Îslamî weke hedefa li hemberî kurdan dît û wiha got: “Topbarana li xaka Kurdistanê dinava gelê kurd de buye sedemê bertek û nexweşiyan, ev êrîşane yên komara Îslamî li hember sînorên Herêma Kurdistanê bê hurmetiyek e”. Esker bang li hikûmetê ji kir da ku helwesta xwe li beramber van êrîşan nîşan bide û pêwîste hikûmet û parlamento dengê xwe bilind bikin li hemberî van topbarankirinanê. Herî dawî Esker got divê gelê me êdî ji Îranê tu bazirganî û tiştan nekirin û kampanyayek bivê armancê li tevahiya Kurdistanê belav bibe.“


PÎROZ ORHAN/ÎDRÎS KARA -  DÎHA/HEWLÊR