Dewleta Tirk siyaseta dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistaê dewam dike. Doh jî dewleta Tirk şaredariya Pasûr a ser bi Amedê bi qeyûm dagir kir. Beriya wê jî Hevşaredarên Pasûrê yên HDP´yî Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay girtibûn. Jixwe, ji hinceta girtina hevşaredaran ya ku diyar dibe ew e ku dewleta Tirk xwe ji dek û dolabên mezintir re amade dike. Wê teqîna 12´ê Îlonê ya nêzî gundê Pasûrê Beyrokê kire hincet ji bo girtina hevşaredaran. Di vê teqînê de 7 kes hatibûn kuştin û 10 kes jî birîndar bûbûn.
Dewleta Tirk qeymeqamê navçeyê Mûstafa Gozlet bi erka qeyûmtiyê kire dagirkerê şaredariya Pasûrê.
Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Erziromê Qereyaziyê Melîke Goksu jî doh serê sibê hat destgîrkirin. Hat diyar kirin ku Goksu ji ber ku 7 sal û 6 meh cezayê yê girtîgehê li Dadgeha Bilind hat erêkirin, hatiye destgîrkirin.
AMED