Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb çû serdana kovara Rojî Welat a Ranyayê. Roji Welat Ranyayê. Diyar Xerîb li buroya kovarê bi dostên PÇDK’ê re jî hevdît çêkir. Xerîb di civînê de axivî û diyar kir ku li Sûriyeyê bi pêşengiya PYD’ê civaka rêxistinî avakirine û wiha got; “Ji ber ku gelê Kurd bi rêxistinî tevgeriya bajarên Rojava b itevahî xistine bin kontrola xwe.” Xerîb der barê şerê şoresgerî de jî wiha got; “Li bakurê Kurdistanê roj tuneye ku Kurdek neyê qetilkirin, îşkence nebîne û nekevin zindanê. Li Bakur êrîşek li ser gelê Kurd heye û gel li hemberî vê êrîşê mafê xwe yê parastina rewa bi kar tîne.”
Xerîb destînşan kir ku ji ber ku statuya Kurdan a li başûrê Kurdistanê zelal nebûye di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de pirsgirêk derdikevin. Xerîb di dawiya axaftina xwe de bang hemû hêzên Kurdistanî kir ku ji bo yekitiyeke nevetewî divê di demek kurt de Konferansa Neteweyî bê lidarxistin. 

 DÎHA/RANYA