PÇDK bi lîsta serbixwe beşdarî hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê dibe. Berdevkê Saziya Hilbijartinê yê PÇDK’ê Hesen Cûdî diyar kir ku namzetên wan ji kesayetên rewşenbîr, huquqnas, siyasetmedar, akademisyen kû bi dehan salan ji bo berjewendiyên netewaya Kurd xizmet kirine pêk tê.

Berdevkê Saziya Hilbijartinê yê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) Hesen Cûdî têkildarî hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê û projeyên partiya xwe DÎHA re axivî. Cûdî da zanîn ku ewê bi lîstek serbixwe beşdarî hilbijartinên parlementoyê bibin û wiha got: “Lîsta me binavê lista Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) û listek serbixweye. Di lîsta berendamên me yên hilbijartinê de ji dervey endamên serokatiya partiyê kesên serbixwe kû demên dirêj cihê xwe di tekoşîna netewî de cih girtine û di heman demê kesayetên navdarin cih digrin. Herwiha li hemberî kiryarên ne li rê û dij demokrasiyê hertim têkoşîn kirine û bi vî awayî cihê xwe di dil û mejiyê gel de dane çêkirin. Lista me dibe lista herî bihêz ya hilbijartinê, hem di aliyê bernameya xebatê de hem jî di aliyê tecrûbeya siyasî de xwedî şiyanên bê hempane. Lewra dibêjim lîsta me pir dewlemende û wê bikarîn bibin bersiva pirsgirêkên civakê.”

'Em ne ji bo axatiyê diçin'

Têkildarî bername û projeyên xwe PÇDK de jî Cûdî diyar kir kû eger berendamên wan biçin parlementoyê, ji bo çareseriya pirsgirêkan diçin û wiha got: "Ne ji bo axatî, begtî û xwe kirina fîrewnên vî gelî ji bo xizmeta gel diçin. Di demên borî yên parlementoyê de jî ev rewşane pir derketin pêş. Lewra em dixwazîn parlementoyê bikin cihê çareseriya pirsgirêkan ne kû bikîn cihê aloziya pirsgirêkan. Em di aliyê xizmeta netewî de dixwazîn xebatên Parlementoya Herêma Kurdistanê bihêz bikîn û bikarîn bikin navenda herî bihêz û bi bandor ya xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê.”
Cûdî destnîşan kir jibo kû herêmên ji Kurdistanê hatine veqetandin û weke herêmên dikevin ber maddeya 140 tên naskirin vegerin ser Kurdistanê wana wek PÇDK bernameyek taybet û bihêz amadekiriye. Herwisa da diyar kirin kû mijarên, aborî, darayî, civakî, çandî û bitaybet mijara gendelî (nelirêtî) projeyên me yên taybet hene, têkildarî mijarên weke tundûtîjiya li dijî jinê, çewisandina jinê, bêkarî û gelek aliyên din de kû di roja me ya îroyîn de civaka me pê di êşe û jibo xizmeta gel jî me bernameyek xurt çêkiriye.

Lîst di 29'ê hezîranê de aşkere dibe

Di derbarê eşkere kirina lîsteya hilbijartê de Cûdî wiha bilêv kir: “Em wek PÇDK di 29’ê Hezîranê de bi daxuyaniyek ya çapemeniyê berendamên lîsta xwe ya PÇDK ji raya giştî re rabigehînîn. Dikarim bêjim deklerasyonek taybet ya di aliyê demokrasi, netewî û xizmeta gel de heye. Beşek taybet jî ji bernama partiya me bidawî anîna jibo bûyerên ne mirovane yên weke kuştîna dîlan, şerê birakujî, talankirin, yên kû cezakirina xiyanet li gelê Kurd kirine û kesên kû di enfal û komkujiyên li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê de rola xwe leyistine. Bi kurtî em dixwazin bernama xebatê rojeva Parlementoya Herêma Kurdistanê bibe navenda xizmeta netewa Kurd û welatê me Kurdistan. Herwiha jibo asayişa bilind ya netewa Kurd hem li Başûrê Kurdistan hem ji li her çar parçên Kurdistan were pêkanîn. Jibo vê jî em dixwazin bibin bersiva gelê me yê kû dengê xwe dide me.”

Ji 3 namzetan yek jê jin e

Cûdî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di lîsta wan a hilbijartinê de nêzîk 45-50 berendam hene û wiha got: "Ji sêyan yek ji berendaman ji jinan pêk tê. Berendamên me ji hemû çînên civakê pêktên û emê li hemû deverên Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinê bibin. Bang li hemû rêkxistinên civakî, kesayetên rewşenbîr û yên kû dixwazin projeyên xwe bigihînin parlementoyê dikarîn bi riya lîsta me bigehînin Parlementoya Herêma Kurdistanê.” 

DÎHA/HEWLÊR