Endamê Desteya Rêveber ya PÇDK’ê Husên Kerkûkî ragehand ku, Desteya Bilind a Hilbijartin ji bo pejirandinê du roj dem da bû wan û wiha got: "Îro Desteya Bilind a Hilbijartinê piştî civînek dirêj saet di 13:30’an de ketina PÇDK'ê ya hilbijartinan erê kir."
Hêjayî gotinê ye ku PÇDK sala 2009'ê bi navê Lîsta Hîwa navê xwe li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar kir û bi hêjmara 63 dê tevlî hilbijartinan biba, lê piştre ew lîste ji ber nebûna rêdanê ji aliyê komisyonê ve hat hilweşandin.
HEWLÊR