
Têkildarî mijarê Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb axivî. Xerîb ev biryar weke biryarek siyasî nirxand û wiha got: “Çileya 2005’ê li Herêma Kurdistan û Iraqê û Kanûna heman salê li Iraqê hilbijartin pêkhatin. Herçendî ku bi awayek fermî destora ketina hilbijartinê ji me re ne hatibû dayîn jî lê em li ser navê Lîsta Hîwa beşdarî hilbijartinê bûn. Ev jî cezayek siyasiye û bi tû awayî nayê pejirandin. Li Iraqê di vê mijarê de heta niha tu pirsgirêkên zêde cidî derneketine. Lê mixabin em wek Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) hertim li rastî astengiyan hatine û bi riya ajansa we dixwazim li ser vê mijarê hinek bisekinim.”
'Bersîvê nadin me'
Di berdewama axaftina xwe de Xerîb destnîşan kir ku herçendî di herdû hilbijartinên 2005’ê de bi awayek fermî destûra ketina hilbijartinan ji wan re ne hatibe dayîn jî lê li ser navê ‘Lîsta Hîwa’ beşdarî hilbijartinê bûn û wiha got: “Me wek PÇDK hemû pêdawistiyên Desteya Bilind a Hilbijartinême yek yek bicihanîne û radestî Komisyona Hilbijartinê kirine. Bes heta niha bi awayek fermî Desteya Bilind a Hilbijartinêpêdawistiyên tên xwestin ji me wernegirtiye. Sedemê wê jî ewe ye ku 2009’ê ji bo Lîsta Hîwa biryar hatin standin ku beşdarî hilbijartinê nebe û Lîsta Hîwa ji aliyê PÇDK ve piştgirî dihat kirin. Bi hinceta Lîsta Hîwa yan PÇDK weke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xebatên xwe dide meşandin. Di wê demê de Serokê Desteya Bilind a HilbijartinêFereç Heyderî bû û nasnama wî ya siyasî jî Partiya Demokrata Kurdistan’ê (PDK) bû. Di wê pêvajoyê de me serlêdan kir ku ne ku alîkariya me bikin, riya me vekin ku em bikarîn beşdariya xwe ji hilbjijartînê re bidin çêkirin lê riya me girtin.”
Di 2009'an de asteng kiribûn
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb wiha bilêv kir: “Ji ber ku 2005’ê Serokê Komîsyona Hilbijartina Ereb bû rê dan me û me karî dû caran beşdariya xwe ji hilbijartinê re bidin çêkirin. Lê ji ber ku 2009’ê Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê Kurd bû astengî ji me re derxistin û rê ne dan me em beşdarî hilbijartinê bibin. ji bo vê jî me got ev biryare ne zagonî, siyasiye. Di wê demê de Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinêya Herêma Kurdistan Elî Qadir bû û xwedî kesayetek rêkupêk û dilsoz bû. Ji ber ku ev biryara li hemberî Lîsta Hîwa û PÇDK hatî girtin birêz Elî Qadir dijî derket ji erk hate girtin û hate dûrxistin. Dema ku biryara qedexeya beşdarbûna hilbijartinan ji lîsta me re hate girtin û me li dadgehê şikayet kir, ew hakimê ku berpirsyarê dosyaya me bû ji ber ku dosya ne pejirand ji aliyê serokê dadgehê ve hate guhertin.”
'Pêwîste nêzîkatiyê xwe zelal bikin'
Di dirêjiya axaftina xwe de Xerîb got ev heftiyeke ji bo PÇDK jî weke hemû partiyên siyasî bikeve Hilbijartinan serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinan dike û bi vî awayî pêde çû: “Ev heftiyeke ji bo em destora ketina hilbijartinê ji Wezareta Karên Hindir bigrîn serlêdan dikîn. Lê wezaret dibêje we serlêdan kiriye ku hûn destora fermî wergirin bes ji ber ku pêdiviyên pêwîst hemû bicih nehatine em nikarîn piştgiriya we bikîn. Bi hinceta ku Wezareta Karên hindir piştgiriya me nake, Komîsyona Hilbijartijî vê dike sedem û serlêdana me na pejirîne. ji bo tomarkirina partiyên siyasî ya hilbijartinan dû roj mane û me biryar daye eger Desteya Bilind a Hilbijartinê serlêdana me ne pejîrîne me biryardaye ku em li dozê vekin. Biryara ku hatî girtin bi awayek pir vekirî diyare ku siyasiye. Eger serlêdana me neyê pejirandin ev ji bo siyaset û hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe rûpelek reş. Em hêvîdarîn ku Wezareta Karên hindir û Desteya Bilind a Hilbijartinê û Hikumeta Herêma Kurdistanê nêzikatiya xwe ya li hember partiya me biguhere û di van herdû rojan de serlêdana me bipejirîne. Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin heta niha ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistan, Hikumeta Herêmê ve piştgirî hatiye nişandan. Di hemû daxuyaniyên xwe de keyfxweşiya xwe ji bo vê pêvajoyê tînin ziman. Lê di aliyek din de jî bi hinceta ku em partiyek nêzîkî PKK’ê ne astengan ji me re derdixin û rê nadin me ku em beşdarî hilbijartinê bibîn. Wê demê ji em dikarîn bi awayek vekirî bêjîn ku ev daxuyaniyên ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û hindek partiyên siyasî ve tên kirin ne ji dilin û demkîne. Eger birastî piştgiriya vê pêvajoyê dikin çima bi sedema em nêzikî PKK’ê ne nahêlin em bikevîn hilbijartinê. Pêwîste ev nêzîkatî were zelal kirin. ”
Banga konferansê hat kirin
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb destnîşan kir ku heta 4’ê Hezîranê ji bo serlêdana partiyan siyasî ya beşdarbûna hilbijartinan dem hatibû diyar kirin lê biryar hate dayîn ku heta 6’ê Hezîranê ev deme hate dirêjkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo vê jî em ji Desteya Bilind a Hilbijartinêre dibêjîn hûn bipejirînîn Hikumeta Herêmê tewanbar dibe lê eger hûn jî ne pejîrîn ku em beşdarî hilbijartinê bibîn wê demê hûn herdû alî jî tewan bar dibin." Xerîb di dirêjiya axaftina xwe de banga konferansekê ji bo hemû aliyên Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê divê li gorî prensîbên demokrasiyê rêz ji hemû aliyan re were girtin û armanc bibe xizmeta gel. ji bo çareseriya vê jî em dixwazîn hemû aliyên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê bînîn cem hev û konferasek li darbixîn. Di vê konfersêde dikarîn li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistan, aloziya di navbera Hewlêr û Bexda de herwiha li ser Konferansa Netewî a Kurd û pêwîste were çêkirin nîqaş bikîn û bi awayek hevbeş proje û biryarên xwe derbixîn. Herwiha dikarîn divê konferansê de zanabûnek netewîya hevbeş ya gel û partiyên Başûrê Kurdistanê bidin avakirin û li ser vî bingehî helwesta Başûrê Kurdistanê di aliyê fikra netewî de bikîn yek. Ev hersê xale pir girîngin. Di dawiyê de dibêjim bila Herêma Kurdistanê bi awayek demokratik tevbigere û rêz ji hemû raman û aliyan re bigre û rê bide ku hemû aliyên civakê bikarin bi awayên ciyewaz bihizirin û xebatên xwe li ser ramanên ciyewaz bidin meşandin. Eger vêya bike wê di aliyê demokrasiyê de berbi pêş ve gav bavêje. Lê eger demokrasiye bi sinor bike bo nimûne wek qedexekirina partiyên siyasî bo beşdarbûna hilbijartinan wê hem di demokrasiyê de paş de gav bavêje hem jî wê bi awayek giştî winda bike. Bila rê bidin me em tevlî hilbijartinê bibîn eger em sernekevîn jî dîsa ji bo Herêma Kurdistanê serkeftinek demokratîke ji berk û tişta ketî ser mile xwe kiriye.”
DÎHA/HEWLÊR
PÇDK’ê bi Goran re hevdîtin pêk anî
Heyeta Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ku di nav de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb, endama desteya rêvebir û berpirsyara giştî ya têkiliyên PÇDK’ê Zeyneb Germiyanî, rêveberê PÇDK’ê yê Silêmaniyê Mihemed Abdullah çûn serdana Tevgera Goran. Hevdîtina ku li navenda giştî ya Tevgera Goran ya li bajarê Silêmaniyê pêkhatî ji aliyê Serokê Tevgera Goran Nûşîrwan Mistefa ve hat pêşwazîkirin. Têkildarî hevdîtina PÇDK û Goran Endamê Desteya Rêvebir ya PÇDK’ê Azad Şêxanî wiha axivî: “Armanca vê serdana me di çarçoveya peywendiyên me yên bi partiyên siyasî re bû. Ev hevdîtina me jî di payeya Hevserokê me Diyar Xerîb û Serokê Goran Nûşîrwan Mistefa de pêkhat. Di hevdîtinê de herdû aliyan piştgirî da demokratîkbûna Herêma Kurdistanê û dan diyar kirin ku ji bo Herêma Kurdistanê Demokrasî di her qadê de were pêşxistin pêwistî bi gavên stratejîk yên hevbeş heye. Herwiha ji bo serxistina sîstemek siyasî ku hemû nûnertiya hemû aliyan cihê xwe têde bigre hate axaftin.”
Şêxanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em wek PÇDK di proje û programên xwe yên ji bo demokratîzekirina sîstema sîyasî ya Herêma Kurdistanê bi Goran re pir nêzîkî yekîn. Şêxanî destnîşan kir ku hem niha hem jî ji bo dema pêş em girîngiyê didîn bername û xebata hevbeş ya hev de. Di daxiya axaftina xwe de got li ser mijara guhertina destora Herêma Kurdistanê û hilbijartina serokê Herêmê de jî em hevfikir bûne.
HEWLÊR