
Merasîm bi axaftina Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer destpê kir. Necîbe Emer di axaftina xwe de got, “ Wekî tê zanîn di despêkê de Hewlêr ji bo partiya me cihekê qedexe bû, ji bo kar û xebatên siyasî. Lê belê em di wê baweriyê dene ku alikariya ku gelê me bide me wê Hewlêr ji bo me bibe cihê serkeftinê. Emê ji pirsgirêkên gelê re xwe çareseriya demokratîk bînin.”
Piştî axaftina Necîbe Emer, Dr Fayiq Gulpî ku namzetê PÇDK’ê yê Silêmaniyê ye, axivî û got, “Beriya her tiştî, ji ber ku şehîdên me û gelê me hêlan ku em van rojan bibînin, ez minetdariya xwe pêşkêşî wan dikim. Me hebûna xwe ji hêza gelê xwe stand, ji ber wê tevî hemû êrîş, zext û qedexeyan me li ber xwe da û em biser ketin û gehiştin van rojan.”
Piştî axaftinan, Kurdêleya merasîma buroya hilbijartinê ji aliyê Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer û namzetê PÇDK’ê yê Dihokê Dr. Kemal Berwarî ve hate birîn û namzetan xwe bi gel dan nasandin.
HEWLÊR