Li bajarê Silêmaniyê namzetên PÇDK’ê li navenda partiya xwe kom bûn û ji rêya Mewlana heta bazara Silêmaniyê meşiyan. Namzetan, bername û projeyên xwe ji gel re pêşkêş kirin.

Namzetên PÇDK’ê Dr Fayîq Gulpî , Sînur Kerîm, Bêrîvan Mihemed, Ebdulwehab Ehmed, Rehman Resul, Dr. Ebabekir Mecîd, Beger Mihemed, Destan Mêruf, Mihemed Abdulla, Pexşan Omer, Bano Helepçeyî û  Kemal Hesenheme ên li nava bajêr geriyan, rastî pêwendiyeke mezin a gel hatin.
PÇDK’ê cara yekem di  29’ê Tebaxê de li  Hewlêrê û di 31’ê Tebaxê jî li Silêmaniyê  bi awayekî  fermî buroyên hilbijartinê vekir.

Li Rewandizê buro hate vekirin

Li herêma Soran navçeya Rewandizê buroya Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK’ê bi merasîmekê hat vekirin. Buro bi tevlibûna namzeta PÇDK’ê ya Rewandizê ya hejmara 13’an Perwîn Hesen û namzetê Diyana yê jimara 32’an Mamosta Berzan Mihemed Heme Xidir hate vekirin.
Duh li herêma Soran navçeya Rewandiz bi merasîmekê buroya PÇDK’ê ya hejmar 113’an hat vekirin. Piştî deqek rêzgiritinê buro bi xwendina sirûda Ey Reqîb û diruşma “bijî Rêber Apo” hat vekirin. Piştre namzeta PÇDK’ê a herêmê Perwîn Hesen derkete pêş gel û wiha got: “ Me xwe amade kiriye ku bi pilan û projeyên nû derbazî nav parlementoyê bibîn. Weke ku em hemû dizanîn Parlementoya Hikûmeta Herêmê di bin hinek siyasetên desthilat daye. Wê bi derbazbûna me ya nav parlementoyê siyaseta demokratîk bê danîn.”
Piştre jî namzetê herêma Diyana mamosta Berzan Mihemed Heme Xidir derket pêş gel û wiha got: “Em dê bi hêz û keda we derbazî nava parlemenê bibîn. Her çendî ku li pêşiya me zorî û zehmetî jî hebin lê dîsan em dê bi hêza gel û dengê gel derbazî nava parlemenê bibîn. Ji ber em hêviya we dibin nava parlemenê û hêviya we jî bi dengê we heye.”
Pişter jî helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê mam Ridwan derkete pêş gel û helbesta xwe ya ku li ser namzetên PÇDK’ê çêkirî xwend.
Merasîm bi dûrişmên “bijî Rêber Apo” û “ bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Piştî merasîm xilas bû girsê ji cihê buroyê bi konvoyekê di nava Rewandiz de geriyan. Konvoy heya Diyana bi dûruşme, tilîlî û hildana alên PÇDK’ê di nava çarşiya Diyana de geriyan.

Li Balekayetî pêşwazîkirina germ

Namzetên lîsteya 113 ya PÇDK’ê tevî hemû astengiyan xebatên xwe yên ji bo hilbijartina Parlementa Herêma Kurdistanê bi lez û bez didomînin. Gelê Çoman, Hacî Omran, Gelale, Wertê û Qesrê bi coşek mezin namzetên PÇDK’pêşwazî kirin û piştgirya xwe ji bo wan nîşan dan.
Namzetên Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) bi hemû hêza xwe xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê di nav gel de didomînin. Duh li devera Çoman, Hacî Omran, Gelale, Wertê û Qesrê yên herêma Balekayetî namzetên lîsteya 113 ya PÇDK’ê tevî hemû astengî û hewildanên xirabker ên aliyan ji kesên ne diyar, xebatên propagandaya hilbijartinê didomînin. Gelê van deveran bi çoşeke mezin pêşwaziya namzetên PÇDK’ê dike û alikariyê dide wan.
Berpirsê xebatên hilbijartinê yên PÇDK’ê yê devera Balekayetî Fehmî Sedrî der barê xebatên hilbijartinê yên deverê de wiha got; “Xebatên me yên ji bo hilbijartinê yên lîsteya 113 ya PÇDK’ê didomin. Gelê Balekayetî bi hemû cûrên xwe yên civakê ve piştgiriya xwe didin me. Pêşwaziyek germ li namzetên lîsteya me kirin. Ji bo vê jî em wek komîteya hilbijartinê ya PÇDK’ê, emê di demek kin de xwe bigihinîn hemû dever, gund û mezrayên deverê û xwe bi gelê xwe bidin naskirin û piştgiriyê ji wana bixwazin.”
Sedrî da zanîn ku li tevayî Herêma Kurdistanê tenê poster û alên lîsta PÇDK’ê tên daxistinv û ji holê tên rakirin. Lewra ev jî bi awayek vekirî derdikeve holê ku desthilata Başûrê Kurdistanê ji serketina PÇDK’ê ya di hilbijartinên Parlementa Herêmê de ditirse lewma PÇDK’ê jibo pêşeroja û kursiya xwe ya desthilatdariyê weke tehdîtek dibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji PJAK’ê piştgirî

Heyeta PJAK’ê li bajarê Hewlêrê çû serdana buroya hilbijartinê ya PÇDK’ê û di hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê de piştgirî da PÇDK’ê. Heyet ji aliyê namzetên lîsteya 113 a Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) Hesen Saleh Hesen, Tara Husên Mihemed û Şakir Mistefa Mewlûd ve hat pêşwazî kirin.  Di hevdîtinê de Hesen Saleh Hesen der barê xebatên xwe yên hilbijartinê û projeyên xwe de agahî da heyeta PJAK’ê û ji bo serdana wan kêfxweşî û şanaziya xwe anîn ziman.
Li ser navê heyeta PJAK’ê Rêzan Cawîd jî balkêşand ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku PÇDK di dîroka xwe de cara yekemîne dikeve hilbijartinên Parlementa Herêma Kurdistanê.  

HEWLÊR