Ji rêveberên Tevgera Reformê ya Kurdên li Sûriyeyê (El Îslah) Emced Osman,  bi zimanekî tund polîtîkayên PDK'ê yên li dijî Rojava rexne kirin û got, "Em dibînin, li ku dijberiya Şoreşa Rojava hebe, li wir PDK jî heye."

El Îslah, ku sala 2012'an di nava ENSK'ê de cih girt, sala 2014'an ji nav derket. El Îslah niha cihê xwe di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de digire. Ji rêveberên El Îslahê, Emced Osman, sedema derketina El Îslahê ji nava ENKS'ê nirxand.


‘Biryarên me ji aliyê ENKS'ê ve nehatin qebûlkirin’

Emced Osman da xuyakirin, ku tevgera wan ji sala 2012'an heta sala 2014'an di nava ENKS'ê de bû û got, " Di nava ENKS'ê de hem ji aliyê rêxistinî, hem jî ji aliyê siyasî ve hin pirsgirêk derketin pêşiya me. Weke Tevgera Reformê, ji roja destpêkê ya avabûna xwe ve me xwest bingeha xwe ya rêxistinî bi rengekî rast ava bikin û biryarên siyasî jî bi awayekî rast bidin. Ji roja destpêkê ya cihgirtina li nava ENKS'ê ve me xwest têkiliya di navbera hêzên Kurd de xurtir bikin, baştir bikin. Me xwest biratiya navbera Kurd xurt bikin."

Osman da zanîn ku gelek hêzên li nava ENKS'ê ev nêzîkatiya tevgera wan qebûl nekirine û got, "Di heman demê de me nedixwest biryarên li ser Rojavayê Kurdistanê ji derve ve werin girtin. Me xwest, biryarên xwe li gorî rewşa xwe, şert û mercên xwe û li gorî berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bigirin. Bêguman ev jî ji aliyê ENKS'ê ve nehat qebûlkirin."


‘Em ji ENKS'ê qut bûn’

Emced Osman cihêbûna Tevgera Reformê ya Kurdên li Sûriyeyê ji nava ENKS'ê bi vî rengî nirxand: "Di sala 2014'an de gava Desteya Şêwirmendiya Siyasî ya Kurd hat ragihandin, hin biryar hatin standin. Wê ji 30 kesî pêk bihata ku ji van 12 ji TEV-DEM'ê, 12 ji ENKS'ê û 6 jî serbixwe bûn. Ji bo em nebin êsîrê nêrînên ENKS'ê me jî biryar da bi rengekî serbixwe tevlî bibin. Dema Nûnerê me di nava Desteya Şêwirmendiya Siyasî de bi rengekî serketî xebitî, em bi awayekî otomatîk ji ENKS'ê qut bûn."

Osman destnîşan kir ku di nava girseya ENKS'ê de gelek kes dilsozê Kurdîtiyê ne, lê belê ew nikare heman tiştî ji bo rêveberên ENKS'ê bibêje û weha dewam kir: "Ji ber ku ne bi Kurdîtiyê ve, bi hêzên derve ve girêdayî ne. Hin gotinên Siyabend Haco vê rewşê radixe pêş çavan. 'Eger dewleta Tirk çek bida me, me nedihişt YPG bibûya xwedî hêz'. Ev nêrîn û helwesteke gelekî tirsnak e."


‘Gelek kes di bin kontrola MÎT'ê de hatin kuştin’

Emced Osman, têkildarî Civîna Rihayê ya di navbera 12-13'ê Hezîranê de bi desteka PDK û MÎT'ê hat lidarxristin, ev tesbît kir: "Bi qasî ku em dişopînin, li Rihayê gelek aktîvîstên Şoreşa Sûriyeyê di bin kontrola MÎT'ê de bi destê DAIŞ'ê hatin kuştin. Gelek rojnamevanên xurt li Rihayê bi destê DAIŞ'ê hatin kuştin. Ez dixwazim ji ENKS'ê bipirsim; gelo cihekî ku DAIŞ lê bi rengekî azad tevdigere, çawa dikare bibe cihê civîna li ser Doza Kurd? Ev nakokiyeke gelekî mezin e û bersiv jê re divê."

Emced Osman li ser rêxistinbûna bi navê 'Komeleya Kurdên Sûriyê yên Serbixwe' ya di vê civînê de ava bûyî, ev nirxandin kir: "Abdulezîz Temo ti carî di nava tevgerên siyasî yên Kurd de cih negirtiye. Tiştekî balkêş e heta niha di nava tevgerên siyasî de cih negirtiye. Ev karên çete, emrekî xwe yê dirêj nîne. Gelê me wê ti carî wan qebûl neke. Bila Abdulezîz Temo bersivê bide pirsên li ser têkilî û berjewendiyên wî yên bi partiya Baasê re."


‘Em li bendê bûn PDK destekê bide Şoreşa Rojava’

Emced Osman têkildarî siyaseta PDK'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê got, "Dema Şoreşa Rojava destpê kir, em li bendê bûn PDK jî li cem Şoreşa Rojava cih bigire û bi roleke pozîtîv rabe. Her wiha em li bendê bûn destekê bide Şoreşa Rojava û cihê xwe di dilê gel de bigire. Lê mixabin car caran em fêm nakin bê armanca helwêst û siyaseta PDK'ê çi ye. Me dixwest PDK li şûna ENKS'ê destekê bide gelê Rojava, bide Şoreşa Rojava. Lê belê heta niha li ku devera dijberiya Şoreşa Rojava tê kirin, li ku cihî karekî li dijî berjewendiyên gelê Rojava tê meşandin, li wir PDK xuya dike."


BÊRÎTAN SARYA/ANF/QAMIŞLO