Doh li Hewlêr, Dihok û Helebce li dijî daxuyaniya Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Iraqê Sirwe Ebdulwahîd ku dibêje, bêrêzî li dijî malbatên şehîdan kiriye, xwepêşandan hatin lidarxistin.Li gorî Tevgera Goran ev kiryarên PDK’ê çavtirsandin û sergirtina krîzên li Herêma Kurdsitanê ne.

Têkildarî van hewldanan Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo parlamenter Sîrwa Ebdulwahid, doh li Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek da. 

Gorranê di daxuyaniyê de got, PDK ji hemû aliyan baştir dizane ku beşa Herêma Kurdistanê di yasa bûdceya giştî ya 2017’an a Iraqê de hatiye pejirandin,û daxuyaniya Xatûn Sirwe Ebdulwahîd a ku PDK ji bo derbaskirina şikestin û pirsgirêkên xwe dixwaze bikar bîne, di berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê de ye.

‘Dema tenê dimîne çavtirsandin karê PDK´ê ye’ 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Eşkere ye ku di her qonaxê de ku PDK bi tenê dimîne, hewldanên çavtirsandin û karên ne yasayî dike. Her wek çewa me dît piştî rûniştina 23’ê Hezîran û 19’ê Tebaxê, ne aktîvkirina parlamentoyê û hilweşîna hikûmetê. Ji ber wê, eger behsa serweriya yasayan were kirin pêwîst e PDK partiya dawî be ku behsa serweriya yasayê bike. Ji ber ku li her cihê PDK lê heyî, serweriya yasayî nebûye.” 


SILÊMANÎ