PDK dor li qadên gerîlla digire
Hukûmeta Herêma Kurdistanê, nexasim jî PDK dor li hêzên gerîlla digire. PDK nemaze li Karox, gundên Wertê û Zînê yên Qendîlê pêşmergeyan bi cih dike.
Li gorî çavkaniyên li herêmê, bendewarî hebûn, PDK van pêşmergeyan vekişîne, lê doh berevajî vê, hêzên nû û sîlehên giran şandin van herêman û li ser herêmê balafirên Artêşa Tirk difirin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî agahiyên di vî warî de piştrast kirin û got, “Li herêmê rewşeke xeter heye. Me bi gundiyan re li wir hinek hevdîtin kirin. Me ji wan re got, ev rewş li gorî berjewendiyên gelê Kurd nîne û bi tehlûke ye. Ev bi tenê bi kêra dewleta Tirk tê. Ji ber vê jî divê gelê me, nexasim rewşenbîr, nivîskar û hunermendên li Başûrê Kurdistanê û her beşê civakê hestyar be. Em bang li wan dikin ku divê bikevin nava tevgerê da ku hêzên Kurd neyên dijberî hev. Ji ber ku ev tenê wê bi kêra dewleta Tirk û AKPê bê.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li wan hêzan tê kirin ku bûne sedema rageşiyê, da ku vegerin qadên xwe. NAVENDA NÛÇEYAN