Beriya bi çend rojan PDK´ê li hemberî daxuyaniya KCK'ê ya rexne li hebûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê digirtin, daxuyaniyek dabû û KCK bi siyaseteke erzan sucdar kiribû û careke din hevkariya xwe bi dewleta Tirk re eşkere kiribû. PDK'ê di daxuyaniya xwe de behsa kiryarên artêşa Tirk nekiribû û KCK li Başûrê Kurdistanê bi xirabkariyê sûcdar kiribû. Lê PDK´ê ji bîr kiriye ku dema di destpêka salên 1990´î de li gel artêş Tirk li dijî gerîlayên PKK´ê şer kiriye gundên Başûr vala bûne. Dîsa gelek caran balafirên artêşa Tirk derbasî axa Başûrê Kurdistanê dibin û gundên derdora Qendîlê weke mînaka gûndên Kortek, Zergelê û hwd. dide ber top û bombeyan û Kurdan qetil dike û PDK bêdeng dimîne.
Pencewînî : Dîrokê biryar bide
Siyasetmadarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî jî derbarê daxuyaniya PDK´ê û hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê de ji rojnameya me re axivî û got, dewleta Tirk ev 12 sal in ku li Başûrê Kurdistanê ye û bi saya PDK´ê her ku diçe xwe xurttir dike.
Pencewînî derbirî ku ti kes nikare PKK´ê bi xirabkariyê sûcdar bike û wiha peyivî: "PKK partiyeke şoreşger e û ji bo gelê Kurd têdikoşe, ew tiştekî îspat bûyîye. Ne tenê li Kurdistanê jî li Rojhilat, li Ewrûpa jî. Kes nikare înkara vê yekê bike, bi hezaran şehîdên PKK´ê hene, bi hezaran girtiyên wê hene, ji bo statuya Kurdan şer dike."
Pencewînî derbarê aloziya li Başûrê Kurdistanê de û armanca hatine leşkerê Tirk jî diyar kir ku hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistamî ne qanunî ye û wiha axivî: "Li Başûrê Kurdistan aloziyek heye. Dewletên dagirker çi Tirk çi Irak, Îran naxwazin statu û rêveberiya Kurd li wir bi pêş keve. Serokkomar û serokwezîrê Iraqê bi xwe dibêjin, dewleta Tirk bêyî agahiya me hatiye Başûrê Kurdistanê û ew rewş ne qanunî ye. Ew alozî, bawer nakim veguhere şerekî di navbera Kurdan de. Şer ne ji bo mesleheta Kurdan e."
Dewleta Tirk xwe li başûr xurttir dike
Pencewînî destnîşan kir ku dewleta Tirk her diçe xwe lin Başûr xurttir dike û wiha pê de çû: "Niha 5 ordîgehên wê li Başûrê Kurdistanê hene. Wextekî şerê navxweyî hebû di navbera PDK û YNK´ê de, çûn artêşa Tirk anîn ji bo navbeynkariyê bike, ji hingê ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ye. Parlemana Iraqê ji bo derketina artêşa Tirk biryar girt lê ti hêzê ew biryar bi cîh neanî. Parlementoya Iraqê û hikumeta wê gelek caran doza derketina ji Başûrê Kurdistanê ji artêşa Tirk kir, lê bi cîh nehat. Niha xwe bi hêz dikin, bi hatinê leşkerên nû xwe xurt dikin.
Plana hatina dewleta Tirk dijî Îranê, Şîî û Rûsiyayê ye di heman demê de li hemberî hebûna PKK´ê hatiye. PKK niha li Başûrê Kurdistanê li hemberî DAIŞ´ê li Xaneqîn, Kerkûkê, Mexmûr, Şengalê şerekî dike. Ew yek jî sedemeke hatina dewleta Tirk e. Her wiha bi hêzbûna, birêxistinbûna PKK´ê li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk tirsandiye.
‘PDK naxwaze PKK bi hêz bibe’
Herî dawî Pencewînî ji bo sûcdarkirina PDK´ê ya ‘KCK xirabkar e’ got: "Hêvîdar im şer di navbeyna Kurd de çênebe. PDK jî naxwaze PKK li Başûrê Kurdistanê bi hêz bibe.Her wiha jî PKK jî naxwaze PDK li Bakur rêxistina xwe xurt bike. Ew munaqaşeyeke di navbera partiyan de, dîrok wan tiştan çareser dike. Dîrok dikare biryarê bide kî wê serketî be.
KCK´ê çi gotibû?
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di 15’ê Kanûnê de daxuyaniyek dabû û çûyina leşkerên Tirk a Başûrê Kurdistanê li dijî PKK, Şengal û Şoreşa Rojava nirxandibû. Daxuyaniya KCK’ê wiha bû: “Em bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn dikin ku li dijî tevgera dagirkirina dewleta tirk a Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan. "Dewleta Tirk a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî polîtîkayekê nîne, ji bo tesfiyekirina gerîla wê serî li her rê û rêbazan bide. … Ji bo PDK û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî hev rake, hewl dide her firsend û derfetê bi kar bîne. Bi şandina leşkeran ji Başûrê Kurdistanê re, dixwaze PDK’ê bikişîne nava rageşiya Şîî-Sûnî, bike parçeyek ji polîtîkaya xwe, li hemberî PKK’ê bide şerkirin û dûre bi hev re operasyoneke hevpar a leşkerî pêk bîne. Gotin û polîtîkayên PDK’ê di vî warî de cesaret daye dewleta Tirk."
Pêşmerge bi zelalî axivîn: Em li cem gerîla ne
PDK ya ku der barê dagirkeriya leşkerên Tirk de PKK'ê sûcdar dike, bersiva xwe ji pêşmergeyan wergirt. Pêşmergeyên ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivîn û gotin, "Em hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Weke hêzên pêşmergeyan em naxwazin li xaka Kurdistanê leşkerên Tirk hebin. Li dijî artêşa Tirk em ê li cem gerîla bin."
Pêşmergeyan bang li Barzanî kir
Ji pêşmergeyan Hewkar Evdila Remezan got, "Weke pêşmergeyên Kurdistanê, em naxwazin leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hebin. Ev hêzeke dagirker e. DAIŞ bahane ye. Armanca bingehîn, şerê li dijî gerîla ye. Gerîla û pêşmerge yek e. Li hemberî êrîşeke li dijî gerîla, weke pêşmerge em ê bi gerîla re li heman eniyê bin û li dijî dewleta Tirk şer bikin. Em bang li Mesûd Barzanî dikin. Divê hebûna artêşa Tirk a dagirker li Kurdistanê qebûl neke."
‘Em yek in’
Pêşmergeyê bi navê Mistefa Evdila Hadî jî got, "Weke pêşmergeyên Kurdistanê em naxwazin dewleta Tirk bê Başûrê Kurdistanê. Ne pêkan e ku pêşmerge li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng be. Gerîla û pêşmerge hêzên parastinê yên heman gelî ne, yek in. Lewma êrîşa li hemberî gerîla tê wateya êrîşa li dijî pêşmerge."
‘Nikarin bibin dostên me’
Pêşmerge Aso Evdila Hadî jî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bibîr xistin û got, "dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dike. Gelo di rewşeke bi vî rengî de, em çawa dikarin ji dewleta Tirk bixwazin ku were xaka me biparêze. Li hemberî bi cih bûna vê hêza dagirker li xaka me, em çawa dikarin bêdeng bin. Yê li Bakur Kurdan qetil dike, gelo dikare li Başûr bibe dost? Ev xapandinek e."
‘Em bi gerilayan re li eniyê ne’
Pêşmergeyê bi navê Mihemed Teyîp ji diyar kir ku hatina leşkerên Tirk a başûrê Kurdistanê wê gerîla û pêşmergeyan bîne hemberî hev û wiha peyivî: “Divê her kes li dijî vê hişyar be. Em weke gerîla û pêşmerge, hêzên parastina Kurdistanê ne. Îro li gelek cihan li heman eniyê, em li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi hev re em li heman eniyên pêş, gelê xwe diparêzin."
‘Gerîla û pêşmerge bi hev re ne’
Pêşmerge Barzan Rahman Rehîm ji da xuyakirin ku dewleta Tirk di salên 90'î de pêşmerge li hemberî gerîlayan bi kar anî û got, "Leşkerên Tirk ji bo di navbera Kurdan de şer derxîne hatin Kurdistanê. Lê belê em yek in û her tim em ê yek bimînin. Gerîla û pêşmerge her tim yek in û bi hev re ne. Divê her kes bi vê zanibe. Girîng e hikûmeta herêmê jî ji bo leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxîne, çi pêwîst be wê bike." Rehîm bang li Parlemana Başûrê Kurdistanê jî kir ku wezîfeya xwe bi cih bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Ji Başîka derkeve!’
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî da zanîn ku hêzên Tirk bêyî destûra Iraqê çûne devera Başîka ya Mûsilê ji ber wê jî divê demildest ji wir vekişin. Alîkarê Serokê DYE´yê, Joe Biden bi telefonê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li ser kirîza ji ber bicîhbûna hêzên Tirk li Başîka Mûsilê di navbera Enqere û Bexdayê de, gotûbêj kir. Li gorî BBC´yê Biden ji Ebadî re gotiye ku hêzên Tirk bêyî destûra Iraqê derbasî Başîkê bûne ji ber wê jî divê ji wir derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Sivîlan qetil dikin’
Ji şêniyên binarê Qendîlê Hesen Mecît û Gevher Sevêdîn gotin, dewleta Tirk li Qendîlê sivîlan bombe dike û diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin.
Hesen Mecîd diyar kir ku dewleta Tirk gelekî tehdeyê li wan dike û anî ziman ku ti mafê dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê nîne.
Mecît got, "Mirovên bêguneh û bê parastin ên li Qendîlê bombe dike. Em hewldanên dagirkirina xaka Kurdistan û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bi her şêweyî red dikin. Balafiran radikin, tên gundiyan, mirovên sivîl qetil dikin û dibêjin, PKK ye. PKK hîç li gundê me nîne."
‘We nexistina nava axa Kurdistanê’
Kurdistaniya bi navê Gevher Sevêdîn, ku kekê wê weke pêşmerge li Başîka di eniya şer de jiyana xwe ji dest da, da xuyakirin, ku hebûna leşkerên Tirk li Başîka û gelek deverên Başûrê Kurdistanê, ji ber helwêsta hin partî û şexsan e ku xwe weke pêşengên Kurdan nîşan didin.
Gevher Sevêdîn bang li PDK’ê kir û got: "Ew kesên ku ji xwe re dibêjin em serokê Kurdan e, eger bi rastî serokê Kurdan bûna, we dijmin nexistibûna nava xaka Kurdistanê."
ANF/QENDÎL