Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku PDK′ê li ser fermana Tirkiyê, hêzên xwe li ser sînorê di navbera Rojava û Şengalê de, zêde dike.

PDK′ê leşker û maşîneyên xwe ya leşkerî li ser Rebiye û Şengalê bi cih dike. Ev yek di dema ku şervanên YPG/YPJ/QSD′ê şerê çeteyên DAIŞ′ê dikin û ber bi bajarê Reqayê ve pêşve diçin de, pêk hat. Derbarê vê yekê de Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî, nerîna xwe anî ziman.

Cemal Şêx Baqî anî ziman ku ev yek di encama têkçûna planên Tirkiyê yên derbkirina şereşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, pêk hat û got: ″Hemû planên Tirkiyê bin ketin, vê carê dixwaze bi riya PDK′ê bigihêje armancên xwe.″

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk nikarîbû Rojava bixe dorpêçê û dagir bike û wiha pê de çû: ″Hemû hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê têk çûn, ji ber vê hewl dide bi alîkariya PDK′ê herêmên Sinûnê û Rebiye dagir bike û pê planên xwe bide meşandin.″

Ev reng nirx dijminatî ye

Cemal Şêx Baqî da zanîn ku Berzanî di daxuyaniyên xwe de, rêjîma Iraqê rexne dike ku bi wan re nebû alîkar, da şervanên PKK′ê ji Şengalê derkevin û wiha ev wiha nirxand: ″Ev yek ji fermanên Tirkiyê ye û dijminatiya PDK′ê ya li dijî şoreşa Rojava û Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan dide.″

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî  di dawiya axaftina xwe de, dê PDK′ê bi van siyasetên xwe ber bi hilweşandinê ve biçe û wiha got: ″Dê ev siyasetên PDK′ê ziyanê bigihînin gelê Kurd ê herçar parçeyên Kurdistanê. Em bang li PDK′ê dikin ku li gorî siyaseta Tirkiyê tev negere.″


ŞÎNDA EKREM / ANHA / QAMIŞLO