
Asayîşa PDK’ê astengî ji welatiyên kampa Mexmûrê re derdixe, dema ku ew dixwazin derdikevin derveyî kampê yan jî vegerin kampê. û her carê gefa kuştinê li wan dixwe.
Doh êvarê, asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nehişt welatiyekî kampa penaberan a Mexmûrê biçe Mexmûrê û gefa kuştinê lê xwar.
Li gorî agahiyan, welatiyên ji bo kar diçin bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî diçin bajarê Silêmaniyê, di dema vegera kampê de li rastî astengî û gefên asayîşa PDK’ê tên.
Welatiyê bi navê C.Y ku ev çend roj bûn bi armanca karekî çûbû bajarê Silêmaniyê di dema vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat astengkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin.
Berî niha bi çend rojan jî welatiyeke din ji kampa Mexmûrê bi heman awayî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû astengkirin û asayîşa PDK´ê nehiştibû ew vegere mala xwe.
Hêjayî gotinê ye ku piştî ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû serdana Enqerê li giştî bajarên Başûrê Kurdistanê, asayîşa PDK’ê zextê dike li welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûr niştecih. Bi taybetî jî zext û astengî li penaberên kampa Mexmûrê dike û gefa kuştinê li wan dixwe.
MEXMÛR