Asayîşa PDK’ê piştî bûyera 17’ê mehê ya li Hewlêrê qewimî, 5 roje nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê derkeve. PDK destûrê nade nexweşên giran jî ji bo tedawiyê derbazî nexweşxaneyên Hewlêr bibin.

Çima dor li Mexmûrê girtine ?

Di 17’ê Tîrmehê de li restoranteke Hewlêrê endamekî istixbarata dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin.

Piştî bûyerê rêyên Hewlêr-Kerkûk-, Hewlêr- Silêmanî û Hewlêr -Mexmûr li trafîkê hatin girtin. Bi vî awayî dor jî li Mexmûrê girtin. Asayîşa PDK’ê nexweşên giran jî di nav de, ev 4 roje nehalê kes ji şêniyên Mexmûrê derbazî Hewlêrê bibe.

Rojane bi sedan karker ji bo kar berê xwe didin Hewlêrê. Herwiha ji ber bê derfetiyê bi dehan nexweşên giran jî ji bo dedawiyê diçin Hewlêrê.

Lê heya niha Asayîşa PDK’ê bibêje seba çiye nehiştiye kes wargeha Mexmûrê biçe Hewlêrê.

2 kesên sivîl birîndar bûbûn

Hêjayî gotinê ye Asayîşa Hewlêrê piştî kuştina endamê istixbarata Tirk, bi ser malên jinên ciwan ên ji Wargeha Mexmûrê yên li Hewlêrê de girt. Jixwe piştî bûyerê bi rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker Mexmûr bombebaran kirin. Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk a dagirker de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

MEXMÛR