Endamên kampanya azadiya Ocalan duh serdana kampa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li Koye ser bi navçeya Ranya Silêmaniyê ve kirin û li wir jî serdana Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Îran) kirin. Li vir endamên partiyê, endamên sekreteriyê û Sekreterê Giştî yê partiyê Mistefa Hicrî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyên xwe avêtin. Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê keyfxweşiya xwe ya serdanê anî ziman û hêvî kir ku, Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê bêne azad kirin.

ANF/RANYA