Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê têkilîdarî hevkariya fermandariya PDK‘ê bi rêjîma Erdogan re li dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî. Di daxuyaniyê de bal li ser aşkerebûna hevkariya Erdogan û PDK’ê tê kişandin û daxuyanî wiha didome: “Roj bi roj asta lihevkirina siyasî ya di navbera rayedarên PDK‘ê û rêjîma Erdogan de ku li dijî berjewendiyên gelê me û pêşeroja wê li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, eşkere dibe. Her roj derbas dibe fermandarên PDK‘ê derdikevin û dirûşmeyên xwe yên niştimanî nîşan dide. Her roj diçe asta teslîmkariya DPK‘ê ji AKP‘ê yê ku dijminahiya gelê dike xuya dibe.
Nîşana vê yekê, dema ku balafirên şer ên Artêşa Tirk di 25‘ê Nîsanê seat di 02:00 an de navendên YPG/YPJ‘ê yên li Qereçox û gundên derdora wê, her wiha Şengal û gundên girêdayî wê bombebaran kirin ku bû sedema şehîdxistina 20 şervanan û birîndarkirina 18, her wiha 5 ji pêşmegeyan û kesên sivîl jî şehîd bûn û ziyanên madî çêbûn.
Xuya bû ku saziyên çapemeniyê yên girêdayî PDK‘ê bi perspektîfên ragihandina dewleta Tirk bi rêve diçin da ku hincetên van êrîşan diyar bike. Li şûna ku di ragihandinên PDK‘ê de ev kiryar werin şermezarkirin, berpirsyariya van êrîşan girtin ser PKK‘ê yên ku ji bo rizgarkirina xaka Şengalê û xelkên wê têkoşîneke mezin dan meşandan. Her kes dizane ku dema ku fermdarên PDK‘ê ji Şengal reviyan, Kurdên Êzîdî ji jin, zarok, şêx li beramberî wehşiyeta hêzên tarî rû bi rû hiştin.”
Li dijî êrîşan tenê PDK bêdeng ma
Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tenê PDK maye bêdeng û daxuyanî wiha didome: “Hemû hêzên Kurdistanê, ji partî, saziyên civaka sivîl ev kiriyar şermezar kir. Tenê PDK‘ê û saziyên girêdayî wê dengê xwe nekirin, ji rêza yekîtiya niştimanî û helwestên nerazîbûnê yên li hember vê sûcê qirêj derket. Saziyên dewleta Iraqê jî ev êrîş şermezar kirin. Lê fermandariya partiyê Mesûd Berazanî xwe ji sedem û hincetan wesatand. Yên baş daxuyaniya buroya wê ya siyasî bixwînê wê bi hesanî nas bike ku daxuyaniya bi kêrî tiştekî nayê.
Rexmî van hemûyan jî, îro derdikeve û daxwaza serxwebûna herêma Kurdistanê dike. Dixwaze bi vê yekê xwe wekî qehremankî Kurdî yê vê serdemê derxîne pêş. Lê ya rast wî qehremaniya xwe ya Kurdî winda kiriye. Li Rojava jî helwestên Barzanî diyar in. Destekê dide her hêzên ku dijberiya şoreşe û pêşeroja Kurdên Rojava dike. Koalîsyona Niştimanî ya doza Kurdî inkar dike, pêşwazî dike. Li aliyekî din destê xwe dide hêzên ku bi çekên kîmawî êrîşî gelê me li Şêxmeqsûd kirin û piştgiriyê dide ENKS‘ê ya ku bi xirabî, bazirganiya mirovan û serêjikirina sivîl û şervanan tê naskirin. Dewleta Tirk ji bo têkbirina destkeftiyên gelê me û îradeya wê dest bi kanîna balafiran kiriye. Şoreşa me bi vîneke polat, dar û çekên sivik bû bingheke ji her kesên azadxwaz re. Gelê me bi şoreşa xwe ne tenê zihniyeta navendî da guhertin, lê belê bûye rezemîneke ku bandoreke xwe ya herîmî û biyanî heye. Lê mixabin helwestên hin aliyên kurdî mîna PDK‘ê wateya komployeke li dij doza me nîşan dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN