Şeva 19’ê Tîrmehê malpera Wîkîleaksê 294 hezar û 548 belge der barê AKP û Erdogan de weşandin. Beşek ji van belgeyan jî qala peywendiyên navbera AKP’ê û PDK’ê de kirin.
Li gor yekê ji van belegeyên Wîkîleaksê wiha tê ragihandin; “AKP bi şêweyek veşartî û taybet di roja 15’ê Adarê de, 200 milyon dolar dan Mesûd Barzanî. Der barê vê yekê de jî Barzanî ti sazî û pêkhateyên hikûmetê agahdar nekirine.”
Sefîn Dizeyî qebûl kir
Têkildarî sedemê dayîna vî perey jî Wîkîleaks ev agahî dan; “Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê 24 rojan şandina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê rawestîne, bi taybetî petrola Kerkûkê ji bo cîhanê, li beranberê vê jî AKP’ê 200 milyon dolar daye Mesûd Barzanî. Ev pereye ne bi deyîn, li ser nave alîkariyê hatiye dayîn.”
Li beranberê vê jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdisanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyek xwe ya ji bo malpera hikûmetê wiha ragihand; “Zêdetirê sê hefteyên her du mehên Sibat û Adarê yên buhrî şandina petrolê hat rawestandin. Ji bo wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyê karmendan 150 milyon dolar ji Tirkiyeyê deyn kiriye.”
Piştî ji aliyê Wîkîleaksê ve ev belgene hatin weşandin, AKP’ê li Tirkiyeyê qedexe danî ser Wîkîleaksê.
NAVENDA NÛÇEYAN