
Di Daxuyaniyê de rewşa Sûriyê bi giştî hate bi bîr xistin û hate gotin ku di rewşa dijwar ku gelê Sûriyê têre derbas dibe, mijara lidarxistina hilbijartinên serokkomariyê tê nîqaşkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa aramî û derfetên taybet ji hilbijartinan re divê û wiha hate domandin: “Di dema welatê me di rewşa şer, tundî, wêranî û koçberiyê de jiyan dike, riyên di navbera bajaran de hatine girtin, aramî û ewlekarî li welat nemaye, derfetên hevdîtin û civînên netewî ber bi xitmandinê ve diçin, her wiha komên çete li welat belavbûne û balefirên rêjîmê bajaran bombebaran dikin, behsa hilbijartinê tê kirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku siyasetên înkar û tunekirina gelê Kurd dewam dikin û wiha hate gotin: “Bi heman zihniyetê nêzî ezmûna nû ye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibin. Li ser tu kesî ne veşartiye ku demokratîkbûna Sûriyê divê xwe bispêre qebûlkirina hebûna gelê Kurd û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a her sê herêmên xweser ên Rojava. Bê xalên behsa mijarê dê lidarxistina hilbijartinan bê wate be. Di van rewşan de û piştî 4 mehan ji îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, gelê herêmê ji Kurd, Ereb û suryaniyan çarenûsa xwe diyar kirin. Li hemberî vê gelek plan û lîstokên li dijî rêveberiyê û vîna gel a demokratîk pêk tên.”
‘Rojava nimûneya çareseriyê ye’
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniya xwe de got ku îsbat bûye ku nimûneya li Rojava hatiye avakirin nimûneya çareseriya li hemû Sûriyê ye û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Ezmûna li Rojava ne li gorî berjewendiyên hin aliyan e. Kesên bi siyasetên derve ve girêdayî ne û siyasetên wan ên taybet li ser Rojava hebûn, siyasetên wan têk çûn, berê xwe dan rêbazên qirêj û di rojên dawî de jî li bajarê Tirbespiyê diyar bû ku PDK’ê ya Iraqê û Parastin a girêdayî PDK’ê beşek isixbataratan bi navên siyasî û partîtî li herêmê çêkirine. Ji ber vê yekê di demên dawî de êrîş û piropogendayên li dijî gelê Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zêde kirine. Balkêş e ku êrîşên behsa mijarê piştî têkçûna komên çete yên DAIŞ’ê ku ev demeke bê navber êrîşî herêmê dikin.”
Palana wan deşîfre bûn
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku teqîna li Tirbespiyê ku di 9’ê gulanê de pêk hate planên rêxistina Parastin a PDK’ê eşker kir û destê wan a di kiryarên li dijî gelê Rojava eşker kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lixwemukurhatinên derketin holê eşker kir ku îstixbarat û tîmên taybet ên girêdayî PDK’ê di hemû planên ku desthilatdarên Kurdistanê û hêzên derve li dijî herêmê dikin cihê xwe digirin û wiha hate destnîşankirin: “Ji ber van plan û lîstokan diyar ji her kesî re diyar dibe ku em di rewşeke heses de jiyan dikin û pêwîstî bi hişyariyê heye.”
Di daxuyaniyê de bang li Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) hate kirin ku pêwîste erka xwe ya netewî pêk bîne û helwesta xwe bernaberî destdirêjî û karên li dijî gelê Rojava têne kirin diyar bike, her wiha bang li hêzên Kurdistanê hatin kirin ku hêza xwe bikin yek û rê li ber PDK’ê ya destwerdana Rojava bigirin. Di daxuyaniyê de bang li PDK’ê jî hate kirin ku dest ji kiryarên xwe yên li dijî gelê Rojava û hewldanên wan ku şerekî navxweyî li Rojava derbixe berdin û wiha hate domandin: “Bila her kes baş bizane ku em ê heta deqeya dawî bi hemû derfetên xwe parastina destkeftiyên gelê xwe ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin.”
Banga yekîtî û hestiyariyê
Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû pêkhateyên Rojava hate kirin ku li dijî plan û lîstokan, hêza xwe bikin yek, her wiha bang li rêxistin û saziyên demokratîk ên Rojava hate kirin ku ji bo parastina destkeftiyan li pişt saziyên xwe yên netewî yên wekî YPG, Asayîş û saziyên civakî yên sivîl xwe bikin yek. Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê got ku bila her kes baş bizane ku tehdîdên destwerdana leşkerî ya di Rojava de û tevlihevî û fitneya ku tê kirin dê berxweda û tekoşîna li Rojava ranewestîne û hişyarî wiha hate dayîn: “Bila hemû planger baş bizanin ku Rojava li ser serê kesên destwerdanê dikin dê bibe Vêtnama 2’emîn.”
NAVENDA NÛÇEYAN