Heyva Sor a Kurd banga vekirina korîdoreke derbaskirina dermanan kir.

Li herêma Cizîrê nexweşiyên demdirêj ku herî zêde tên dîtin, nexweşiyên Burusela, Şekir, Astim, Hormonî, Kezeb û yên Asabî ne.  Ji bo van nexweşiyan pêwîst e ku derman hertim hebin. Her wiha di demsala havînê de bûyerên pêvedana dûpişk û maran jî pirr diqewimin, lê belê hem ji bo nexweşiyên kronîk û hem yên demsalî, bi qasî pêwist dike derman peyde nabin.

Tekane navenda ku dermanên nexweşiyên demdirêj/kronîk li kantonên Kobanê û Cizîrê belav dike Heyva Sor a Kurd e. Lê ji ber ku ev demeke dirêj e, derman ji derve nehatine, di depoya wê de jî derman gelekî kêm bûne.


‘Nahêlin derman derbas bibin’

Rêvebera Navendê, Cemîle Heme destnîşan kir ku ev 8 meh in, dermanên nexweşiyên demdirêj ji wan re nehatine û yên mane jî belkî têrî meheke din nekin. Cemîle diyar kir ku li cem dermanfiroşan jî derman peyde nabin û yên hene jî pirr buha ne, lewma gelek kes serî li navenda wan didin û dermanan dixwazin.

Cemîle, da zanîn ku ew ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên dermanan di nava hewldanan de ne û di vê çarçoveyê de bi gelek rêxistinan re têkilî danîne, lê belê tevî ku rêxistin dixwazin dermanan bişînin jî, ambargoya li ser herêmê û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka nahêle ku derman derbas bibin.

Cemîle got divê jiyana sivîlan nebe qurbaniya nelihevkirinên siyasî û banga vekirina demildest a derî kir.


‘Dermanên herî pêwîst’

Berpirsyarê dermanan ê Heyva Sor a Kurd Kawa Derwîş jî derbarê dermanên herî zêde pêwist jî agahî dan. Li gorî Derwîş, dermanên pêwîst ev in: Amstrazol 1mg tab, bevasizumab 400 mg/16ml vial, capecitabine 500 mg tab, carboplatin 150mg/300mg/ 450 mg vial, mico fenolat mofetil 250 mg capsull, micofenolat mofetil 500 mg capsull, cabergoline 0.5 mg tab, epotin 4000 mg ampull, entecavir 0.5 mg tab, fluvorosil 500 mg vial, gemcitabine 200 mg/100mg vial, hydroxyurea 500 mg capsull, imatinb 100 mg/400mg tab, letrozol 2.5 mg tab, lamiuvdin 100 mg tab, leuprorelin asitute 3.75 ampull, minotropin 5mg/1.5 ml ampull, nurditropin 10 mg/1.5 ml, ampull, nivaquine 100 mg tab, oxaliplotin 50 mg/100mg vial, pazopanib 400 tab, paklitoksel 100 mg/17ml 300mg/50ml, somatripan mg/1.5ml, tamoxifen 10mg/20mg tab, temozola med 100 mg/250mg capsull, ursodeoxyholic acid 250, zoledronic acid 4mg vial, tenofovir 245 mg tab, desmopressin 0.5 ml spryv, azathiopirin 50 mg tab, volpraot sodyum 200 tab/500tab, volpraot sodyum syrob, takrolimus 1mg/0.5mg/5mg capsull, mesalazin 500 mg, mestinon 60 mg, factor 8 vial, triptorelin 3.75 ampull, insulin mix ampull, insulin lantus ampull. 


 ANHA/AMÛDÊ