Berdevkê Komîteya Karê Derve yê KCK’ê Demhat Egîd nûçeya ku PKK û Goran li ser avakirina hêzek hevbeş a leşkerî lihev kirine û wê mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê bikin, derew derxist. Egîd herwiha lihevkirina di navbera PDK û Tirkiyeyê ya li ser gaza xwezayî jî li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi nav kir.

Demhat Egîd bal kişande ser nêzîkatiyê ragihandina PDK’ê der barê hevdîtinên di navbera Goran û PKK’ê de û wiha axivî: “Nûçeyek bi vî rengî ji binî ve derewin. Bi Tevgera Goran re wek hemû partiyên din em di nava peywendiyekê de ne û pirsgirêkên me bi kesî re jî nîne. Lê belê planek me ya ku em li dijî partiyek din hêzek çekdarî çêbikin, nîne û nabe. Nûçeyên bi vî rengî darbeyê li aramiya Başûr dide û avakirina rojevek dine. Di rastî de em nêzîkatiyên bi vî rengî wek hewldanek ji bo bêbandorkirina PKK’ê dinirxînin.”

 

PDK dixwaze ser pirsgirêkan bigire

Berdevkê Komîteya Karê Derve yê KCK’ê Demhat Egîd destnîşan kir ku pirsgirêkên li Başûr kokên wê kurin û krîzên heyî dem kurt nînin û wiha berdewam kir: “Pirsgirêkên heyî bi pêvajoya avakirinê ve girêdayî ye û diyare ku çareserkirina wan zehmete. PDK dixwaze serê van hemû pirsgirêkan bigire. Aliyên pirsgirêkê yên aborî û siyasî heye, hatina leşkerên Tirk ji bo Başûr di holê de ye. Ji bo wê jî PDK ji bo ku serê van hemiyan bigire, PKK dike hedef.”

 

‘Li ser Rojava ambargo pêk tîne’

Egîd der barê lihevkirina di navbera PDK û Tirkiyeyê de li ser gaza xwezayî û wiha axivî: “Dixwazin çavkaniyên xwezayî yên Başûrê Kurdistanê wek damarê jiyanê yê AKP’ê bi kar bînin. Dixwazin çavkaniyên ser erd û bin erd ên Başûr bi destê PDK’ê bi eşkereyî bikar bînin.”

Demhat Egîd, bal kişand ser têkiliyên PDK û AKP’ê û wiha got: “Di lihevkirina dawî bi Tirkiyê re bi awayek vekirî dijminatiya Kuran tê kirin. Her roj ambargo li ser Rojava pêk tîne û êrîş dike. Li Bakûrê Kurdistanê gelê me bi komkujiyekê re rû bi rû ye. her roj nûçeyên komkujî û mirinan tê. Ji bo wê jî em lihevkirina ku Tirkiyeyê carekdin rake ser piya û bihêz bike napejirînin. Bi taybet bi lihevkirina li ser gaza xwezayî, planek ku jiyana gelê Kurd bixe xetereyê em ê li dij bisekinin.”


’Nabe ku PDK êrîşan li ser  Kurdan rewa bike’

Berdevkê Komîteya Karê Derve yê KCK’ê Demhat Egîd diyar kir ku nabê ku PDK êrîşên Tirkiyê li ser Kurdan rewa bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji her demî zêdetir firsendên mezin heye. Kurdan xweseriya xwe ragihandine û bi buharê re wê gerîla hîn di astek jor de çalak bibe. AKP uslubê xwe yê êrîşîkar dixwaze gelek kesan bê bandor bike û vê yekê li hember Amerîka, Rûsya û Ewrûpa jî bikar tîne. Lê mixabin gelek Kurd jî li hember vê bêdeng dimînin. Li benda wê ne ka wê çi bibe, ev nêzîkatiyên wan cihê rexneyê ye. Divê ev kesana xwe ji nêzîkatiyên ku dilê Tirkiyê rihet bike û êrîşên wê rewa bike, dûr bisekine.” 


 ANF/BEHDÎNAN