Parlamenterê Tevgera Goran yê Herêma Kurdistanê Rabûn Mehrûf der barê êrîşên çekdarên PDK'ê yên di 3'ê Adarê de li ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê axivî got; "Li ser pirsgirêkên Şengalê, li gorî min rasterast PDK berpirse. Niha PDK bûye beşek ecêndeya dewleta Tirk. Rasterast planên Tirkiyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê ez PDK'ê li ser pirsgirêkên Şengalê mehkûm dikim. Di siberojê de her pirsgirêkek li Şengalê rû bide PDK berpirse." Nehrûf bal kişand li ser hêzên qaşo pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne û got; "Li gorî min ew hêz, hêzekî bi kirê hatiye girtin. Rasterast planên PDK'ê û dewleta Tirk pêk tînin. Ji bo Rojavayê Kurdistanê ti armancên wan ên eşkere nînin. Ji bo vê yekê hêvîdar im ku di demek nêz de vê hêzê hilweşînin. Me niha li Rojavayê Kurdistanê hêzeke têkoşer a çekdarî heye. Parastina niştecîhên wan herêman dikin, bê ku cûdahiya nîjadî û netewî bikin. Kurd, Ereb û pêk hateyên din diparêze. Her wiha koçberên ji cihên din tên herêma wan di parêzin. Ligel vê yekê ji daxwazê ji PYD'ê dikim ku rêzê li nirxê demokrasî û mafê mirovan bigirin. Ji bo ku mînakek baş nîşan bikin ku ji ya Herêma Kurdistanê baştir be." 


 SILÊMANÎ