
Fermandariya YBŞ, Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Meclîsa Şengalê ya Diyasporayê li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ji alî Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ve hat weşandin de tê gotin ku rêya di navbera Şengal-Rojava de ya hem ji bo gelê Êzîdî yê li çiyayê Şengalê hem jî ji bo hêzên xwe bi armanca pêdiviyên lojîstîk û tenduristiyê tê bikaranîn ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tê astengkirin.
Fermandariya YBŞ û Fermandariya HPG’ê ya Şengal, li ser girtina rêya di navbera Şengal-Rojava ya ji aliyê PDK’ê ve di daxuyaniyê de got: “Pêkanîna girtina rêya di navbera Rojava û Şengalê de eger pêkanîneke hêzên herêmê be, divê tavil mudaxeleyî vê rewşê bê kirin û bê bidawîkirin. Eger ev pêkanîn, pêkanînên ku ji navenda PDK’ê hatibe diyarkirin û pratîkirin, wê hêzên me li gor vê xwe bi cih bikin û tedbîrên xwe bigirin.”
Bila bûyerê zelal bikin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin yekîneyên wan di rêya navbera Şengal-Rojava de ya bi armanca pêdiviyên lojîstîk û tenduristiyê bi kar tînin ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatine sekinandin û bi vê rengî dewam kir: "Li ser vê jî gelê me yê li herêmên Kersê û Serdeşt, hêzên pêşmergeyan protesto kirin û bertekên xwe nîşan dan.” Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ji bo bê zelalkirin ku ev biryara astengkirinê û pratîk talîmateke ji navenda PDK’ê hatiye dayîn an pêkanîneke hêzên herêmê ye bang kir.
Kiryara wan xizmeta DAIŞ’ê dike
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pêvajoyeke gelê Kurd li hember dijminekî weke DAIŞ’ê şer dimeşîne polîtîkayên wiha bi ti awayî ne li gor berjewendiyên gelê Kurd in û wiha hat gotin: “Ji ber vê pêwîst e ev pêkanînên wiha yên dikarin rê li ber provokasyonan vekin bên bidawîkirin. Pêkanîna mijara gotinê eger kiryareke hêzên herêmê be divê tavilê mudaxeleyî vê rewşê bê kirin û bê bidawîkirin. Eger ev pêkanîn, kiryarên ku ji navenda PDK’ê hatine diyarkirin û pratîkirin be wê hêzên me li gor vê xwe bi cih bikin û tedbîrên xwe bigirin. Eger eger rewş dewam bike wê destûr neyê dayîn hêzên pêşmergeyên girêdayî PDK’ê di asayîşên hêzên YBŞ û gerîlayên HPG’ê girtine de derbas bibin.”
Di daxuyaniyê de bang li tevayî gelê Kurdistan û raya giştî ya demokratîk hat kirin ku ji bo PDK tavil dest ji pêkanînên wiha berde zextê li ser PDK’ê bikin û vê rewşê protesto bikin.
Ji pêngava rizgarkirinê bêzar e
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) jî nerazîbûneke tund nîşanî hewldana PDK'ê ya ji bo girtina korîdora navbera Rojava û Şengalê da û bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir, ku nehêle êdî Êzîdî di nava agirê PDK û DAIŞ'ê de bişewite.
MŞD'e destnîşan kir, ku eger YPG û HPG'ê xwe negihandibûna hawara Şengalê wê neferek jî ji mirovên li Şengalê nemabûya û diyar kir ku PDK ji vê pêngava rizgarkirinê ya YPG û HPG'ê aciz bûye.
MŞD'e da zanîn ku piştî pêşîgirtina li vê qirkirinê, PDK'ê vê carê hewl daye di nava Êzîdiyan bi xwe re pevçûnê derxîne, civakê li hemberî hev rake.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldana girtina korîdora navbera Rojava û Şengalê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve û ev xal hat destnîşankirin.
"PDK bi vê jî têr nebû. Di 26'ê Cotmeha 2015'an de bi hezaran pêşmerge bi wesayîtên leşkerî derbasî derdora Xanesor û Şîlo bûn. Bi vê yekê re tê xwestin, korîdora di navbera Rojava û Şengalê de qut bikin û nehêle alîkarî ji şervanên YBŞ'ê re bê dayîn. Li aliyê din ku DAIŞ karibe, hemleya paqijkirinê pêk bîne."
Bang li partiyên Başûr
MŞD'ê ev bang li hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê kir: "Hûn li benda çi ne? Hûn ê kengî dengê xwe bilind bikin? Gelo hûn Êzîdiyan mîna xwişk û birayên xwe dibînin? Eger bersiva we erê be, vaye xwişk û birayên we di nava agirê PDK û DAIŞ'ê de dişewite. Em li benda helwesta we ya niştimanperwerî ne."
MȘD banga xwe li Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) jî kir ku bi lezgînî bikeve nava hewldanan û bala qada navneteweyî bikişîne ser mijarê.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû mal, komeleyên Êzîdiyan, FKÊ, GEA Zentral Rat, Parêzerên Civaka Êzîdî û şexsiyetên Êzîdiyan kir, ku div ê roja dîrokî de zilma li ser Şengalê qebûl nekin û nerazîbûnê nîşan bidin.
Ji tevahiya gelê Kurd jî hat xwestin ku rabe ser piyan û bersivê bidin vê zilmê.