Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk ji dîrokê ve welatiyên sivîl qetil dike û hevkara wê PDK jî ketiye nava veşartina kiryarên dewleta Tirk a dagirker.

 

RÊBAZ HESEN / MAWE TOLHILDAN / ANF/QENDÎL

Ev qederê 30 salan e ku artêşa Tirk a dagirker çi li ser bejahî û çi jî esmanî bi tank, topan û bombebaranê êrişî herêmên Zagros, Xakûrkê, Xinêre û Qendîl ên Başûrê Kurdistanê dike.

Di encama van êrişên artêşa Tirk a dagirker de bi sedan welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Ji ber bomberdûman û topbarana bê ser û ber a dewleta Tirk, welatiyan warê xwe terikanind û gundên wan hatine wêrankirin. Yek ji van komkujiyên ku dewleta Tirk kir, ya sala 2000’î li Kende Kolî ya girêdayî Sîdekanê ye. Di encama vê komkujiyê de 39 jin û zarok hatibûn qetilkirin.

Dewleta Tirk sala 2008’an de bi opersyonên dagirkeriyê êrişên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêdetir kiribûn.Yek ji herêmên ku herî zêde êriş û şer lê giran bûn, Çiyayê Qendîlê bû.

Binarê Qendîl devereke çiyayî ya Başûrê Kurdistanê ye, 63 gundan li xwe digire. Gelek caran dewleta Tirk di bin navê operasyonên li dijî Tevgera Azadiya Kurd de bi balafirên şer û topbaranê li welatiyên sivîl ên li gundan dide. Di encama vê topbaranê de ligel qetilkirina welatiyan jî bax û baxçeyên welatiyan tên wêrankirin, xan û manên wan jî tên kavilkirin.

Dewleta Tirk qatilê pitikên yek salî ye

Yek ji qetlîamên dewleta Tirk jî ew a li Kortekê ye. 21’ê Tebaxa 2011’an, malbateke ji gundê Bolê yê girêdayî Ranyayê, li Kortekê bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Di bomberdûmanê de malbata ji 7 kesan bi awayekî hovane bi temamî hat qetilkirin. Li nav malbatê pitika bi navê Solîn a yek salî jî hebû.

1’ê Tebaxa 2015’an saet 04:00’an dîsa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Zergelê qetlîameke din kir. Welatiyê bi navê Rênas Egerî ê şahidî ji bûyerê re kir got: “Saetên şevê bû, balafirên şer ên Tirk 19 bombe li avahiyên welatiyan dan. Di vê bomberdûmanê de 8 welatiyên sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. Dîsa 8 avahiyên gund bi temamî hatin rûxandin, ziyaneke mezin gihişte gund û çend wesayîtên welatiyên sivîl jî şewitîn.”

Êrîş û bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê hê jî didomin. Rojane, balafirên şer û keşfê li ser Binarê Qendîlê û derdora wê bê navber digerin.

Derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê, Mihemed Hesen axivî û got, “Rojane balafirên şer bi bomerdûmanê li ser jîngehên welatiyên sivîl dike, di encama vê bomberdûmanê de ziyaneke mezin digihîje gundî û rêderên sereke yên jiyanî yên weke bax, baxçe û lawirên gundiyan. Di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de heta niha 23 welatiyan jiyana xwe ji dest daye, 30 welatî jî birîndar bûne û zêdetirî sedan mal jî hatine rûxandin û êdî nayên bikaranîn.

‘Dosyaya qurbaniyên binarê Qendîlê guherandin’

Her wiha Hevşaredarê Şaredariya Binarê Qendîlê, got, “Dema ku cenazeyên qurbaniyên bombebarana balafirên Tirkiyeyê ji bo nexweşxaneya qezaya Soran hatin rakirin, bi fermana PDK’ê dosya qurbaniyan ji aliyê bijîşkê ve tê guhertin û li şûna bombebarana balafirên Tirkiyeyê, ‘teqîneke nediyar’ tê bicihkirin. Ev jî veşartina tewanên dewleta Tirk e.

Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên sivîl ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi dawî nabin. 21’ê Adara Îsal 4 welatiyên sivîl ên ku Cejna Newrozê li gundê Serkan a Dola Balayan pîroz dikirin, bûn hedefa balafirên şer ên Tirk û di encama bomberdûmanê de Bêjen Mistefa, Dirbaz Mihemed Yunis, Mihemed Îsmaîl Himed û Şero Mehmud Îbrahîm hatin qetilkirin. Dema cenazeyên wan ji aliyê nasên wan ve ji bo otopsiyê didin nexweşxaneya Soran, li gorî rapora doktor derxistî dibêje, di encama teqîneke nediyar de jiyana xwe ji dest dane. Her kes vê yekê dizane ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin.”

Sûcên dewleta Tirk dinixûmîne

Welatiyê gundê Serkan, Resûl Qadir ê bi Mam Resûl tê naskirin jî şahidî li komkujiya Serkanê kiriye, ew dibêje, “Saet 01:05’an balafirên şer ên Tirk gund bomberdûman kir. Min bi destê xwe parçeyên topên li gund hatî xistin, kom kirin, radestî hêzên asayîşê û saziyên hikûmetê kir.” Mam Resûl bal kişand ser helwêsta hikûmetê û got, “PDK sûcên dewleta Tirk a ku welatiyên sivîl qetil dike, dinixûmîne.”

Welatiyên xizmên qurbaniyên gundê Serkan ji vê helwesta Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nerazî ne û bavê Mistefa Wertî yê di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû jî dibêje, “Dosyayên komkujiyê hatiye guhertin. Her kes dizane zarokên me bi bombeyên balafirên dewleta Tirk hatine qetilkirin. Lê mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, bi teqîneke nediyar hatine kuştin.”