Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku PDK û AKP di nava tifaqê de ne û got : “Gelek PDK’yî di lîsteya AKP’ê de namzet hatin nîşandan.” Kalkan da xuyakirin ku PDK ne alîgirê tifaq û yekîtiya Kurdan e û destnîşan kir ku ji ber nêzîkbûna hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê mîna AKP’ê siyaseta rageşiyê dimeşîne.
‘Nêrîna wan nîne lewre heqaretê dikin’
Kalkan der barê gotinên PDK’ê yên li dijî daxuyaniyên wî de diyar kir, ku hema hema hemû gotinên weke bersiv jê re hatine dayîn gef û heqaret in. Kalkan got, “Beriya her tiştî ez van heqaretan radestî xwediyê wan dikim. Diyar e, nêrînên wan nînin lewre heqaretê dikin. Halbûkî min nêrînên teorîk, polîtîk û îdeolojîk ên partiya me rave kiribûn.”
‘Dixwazin pirsgirêkan binixumînin’
Kalkan di dewama axaftina xwe de got, “Ji ber ku ne demokratîk in, nikarin der heqê bernameya me ya demokrasiyê de tiştekî bibêjin. Bi gef û heqaretê hewl didin ser pirsgirêkê binixumînin. Halbûkî ev rewşeke şexsî nîne. Wekî din reaksiyona destpêkê ya hin kesan jî gotina ‘dengê vî bibirin’ bû. Diyar e, heta niha, ji bilî yên xwe dengê her kesî qut kirine. Niha jî dixwazin qut bikin. Ji xwe, ji bo dengê Rêber Apo bibirin ev 17 sal in, xistine Îmraliyê. Piştî ku gotin dengê wî bibirin, êdî li Îmraliyê ti hevdîtin nehat kirin.”
‘Polîtburoya min nas nake kî ye?’
Kalkan diyar kir ku hin kesan daxuyaniyên mîna ku ez nayêm naskirin, der heqê min de guman hene, dane û ev xal destnîşan kirin: “Halbûkî yên vê dikin, eger ji serokê xwe yê giştî Mesûd Barzanî bipirsiyana, wê der heqê min de bibûna xwedî agahiyeke têrker. Min firsend dît rehmetî Îdrîs Barzanî nas bikim û hevdîtinê pê re bikim. Rehmetî Felakadîn Kakaî, kedkarê PDK’ê Alî Abdûllahî, Azad Berwarî, Doktor Cercîsî...Yanî tevahiya Polîtburo ya PDK’ê ya pêşmergetî kiriye, baş nas dikim, ew jî min baş nas dikin. Polîtburo ya min nas nake kî ye? Bila ew ji xwe fikar û gumanan bikin. Naxwe tiştekî bi vî rengî nîne.”
‘Mesele ne Kurdî axaftine’
Rewşeke din a balkêş jî ew e ku ji ber di bernameyeke bi Tirkî de bi Tirkî axivîm, rexne û êrîşên bi vî rengî li min hatin kirin. Di bernameya Tirkî de gelo bi kîjan zimanî tê axivîn, me fêm nekir. Dibêjin qaşo gotinekê bi Kurdî nizanim. Ev mijareke cihê nîqaşê ye, lê belê di nava PKK’ê de tê gotin ku herî zêde ez bi hevalên ji Başûr li hev dikim. Wekî din, min ev jî fêm nekir: PDKa ku bi dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê re ewqas dost e, di nava yekîtî û tifaqê de ye, çawa ewçend li dijî Tirkî û Tirkîtiyê ye, bi rastî min fêm nekir.”
‘Sekna me îdeolojîk, felsefîk e’
Kalkan diyar kir ku di vir de hesabekî polîtîk heye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Hin heval dibêjin, ‘Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin heye, lewma PDK ewçend tengav e’. Nizanim, haya min ji detayên siyaseta Başûrê Kurdistanê zêde nîne. Desthilatdarî bi çi rengî dimeşe, zêde pê re eleqedar nabim, bila ya wan be. Lê belê ji bo demokratîk bibe hesasiyeta me ya îdeolojîk li ser tevahiya Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn heye. Weke PKK’ê em vê dişopînin. Ev yek berpirsyariyeke me ya sekna felsefîk, îdeolojîk e. Eger bi vî rengî be, wê demê bila hin kes li ser pişta min têkoşîna serokatiyê nemeşînin. Ev ne rast e, wê neheqiyek be. Bila her kesê li Başûrê Kurdistanê jî zanibe, bi reşkirina min re bila kesî neke serok. Li Başûrê Kurdistanê divê rageşiyek li ser vê bingehê nebe. Lê ez bi heman rengî nafikirim. Bi dîtina min hîn lingê Tirkiyeyê, yê Bakur girîng e. Di nava vî karî de lîstika AKP’ê heye. AKP dixwaze beriya hilbijartinan Kurdan bera hev bide.”
Têkiliya PDK û AKP
Kalkan bal kişand li ser têkiliya PDK û AKP û wiha pê de çû: “Bi dîtina me ev yek lîstikeke AKP’ê ye û pêwendiya xwe bi bûyerên rojane yên siyasetê ve heye. Ji ber vê yekê divê PDK bêhtir vekirî û hay ji xwe hebe. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bi AKP’ê re di nava tifaqê de ne. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de destekê didin AKP’ê. Gelek PDK’yî di lîsteya AKP’ê de namzet hatin nîşandan.”
‘Yekitiya Kurdan bê demokrasî nabe’
Kalkan destnîşan kir ku ji ber rexneyê li siyaseta PDK’ê ya heyî dike, nabe ku kes heqaretê li wî bike û got, “Em di vir de vê dibêjin; yekîtiya Kurdan divê, ev yekîtî jî ancax yekîtiya demokratîk be. Bêyî demokrasiyê Yekîtiya Kurdan nabe. Yekîtiyek di bin kontrola PKK’ê de nabe, yekîtiyek di bin kontrola PDK’ê de nabe, yekîtiyek di bin kontrola YNK’ê de nabe. Divê em hemû feraseta ‘bila yekîtî di bin kontrola min de be’ biterikînin. Yekîtiya Kurd neçar e demokratîk be. Jixwe bi vî rengî be wê bi qîmet be. Eger Kurd yekîtiyeke demokratîk a bi vî rengî di nava xwe de ava bikin, wê bibin afirînerên Rojhilata Navîn a sedsala 21’an.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN