• Rojnamevan Kemal Çomanî ji bo helwêsta PDK û YNK’ê beramberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dibêje, ew di xizmeta dewleta Tirk de ne. Ew dibêje, hêviya wî ew e ku qet nebe weke hikûmeta Iraqê, hikûmeta Başûr jî destekê nede êrişên dewleta Tirk.
LUQMAN GULDIVÊ Li Başûrê Kurdistanê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk dewam dike. Miletê Kurd çi qasî ne razî be jî siyaseta Başûrê Kurdistanê nexasim ya PDK û YNK’ê cihê nerehetiyê ye. Heta medyaya ser bi PDK’ê bi awayekî beloq pişta êrişên dewleta Tirk digire û dixwaze raya giştî ya Başûr jî bike nokerê vê dagirkeriyê. Li ser mijarê em bi rojnamevan Kemal Çomanî re û akademîsyen Dastan Jasim re peyivîn. Kemal Çomanî dibêje, ji sala 2018’an ve hem PDK û hem YNK bi temamî ji bo bicihanîna siyaseta dewleta Tirk dişixulin û ew weke Kurd tenê dixwaze ku ew destekê nedin dewleta Tirk. Dastan Jasim jî dibêje, hikûmet naxwaze xwepêşandan xuya bikin. Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî êrişên dewleta Tirk û helwêsta siyaseta Başûr nirxand. Ew dibêje, “Li Herêma Kurdistanê, di navê de alîgirên YNK, Gorran, ta radeyekê partiyên Îslamî û bi radeyeke kêm jî alîgirên PDK’ê, xelk û civak bi pirranî alîgirên Şoreşa Rojava û Bakurê Kuristanê ne.” Ew dibêje xelk baş di rewşa Rojava û Bakur de digihe, di faşîzma dewleta Tirk jî digihe. Xelk li dijî dewleta Tirk e, ne PDK û ne jî YNK, nikarin rê dijberiya milet a beramberî dewleta Tirk bigirin.” PDK û YNK êdî weke hev in Çomanî ji bo têkiliyên di navbera PDK û dewleta Tirk de dibêje, “PDK teslîmî îradeya dewleta Tirk bûye, û dewleta Tirk di warê siyasî, aborî û ta radeyekê di warê kultûrî de Başûrê Kurdistanê kontrol dike. Palpiştiya PDK’ê bi partiyên din ên Bakur û Rojavayê Kurdistanê re, weha kiriye ku PDK bi temamî di xizmeta siyaseta Tirkiyeyê de be.” Ji bo YNK’ê ew beriya û piştî 2018’an weke du dewr ji hev cihê dike: “Lê YNK heta astekê êdî çi ji ber dîroka wê, û ji qismî ji ber îdeolojiya wê, ji ber hin sedemên siyasî, kulturî YNK hinekî cihê bû ji PDK’ê. Lê sala 2018’an, ji bo ku karibe weke PDK’ê di xizmeta siyaseta Tirkiyeyê de be, û karibe bêhtir qezancên aborî ji Tirkiyeyê bike, - hingê ambargoya Tirkiyeyê li ser balefirgeha Silêmanî hebû – YNK jî bi temamî kete xizmeta dewleta Tirk. Lê belê xelkê YNK’ê, hin kesayetî û meylên di nav YNK’ê de piştgiriya Rojava û Bakurê Kurdistanê dikin. Herçî siyaseta YNK’ê ye beramberî Tirkiye, ji 2018’an ve ji ya PDK’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê êdî ne cihê ye.” Ew qedexekirina xwepêşandanên ji bo Bakur û Rojava, filmên li ser şoreşên Bakur û Rojava jî di heman çarçoveyê de dibîne. Bi ya wî ne tenê siyasî, aborî û çandî, yekser jî bi rêya binkeyan, dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr heye û sedema vê jî li gorî wî lawaziya hikûmetê ye: “Hikûmet di rewşa xwe ya herî lawaz de ye. Ev lawaziya wê jî dike ku timî çaverêyê dewleta Tirk be hem di warê, siyasî û aborî de û hem jî di warê eskerî de.” Qet nebe destekê nedin dagirkeriyê Herî dawî ew dibêje, ew hêvî dike ku qet nebe weke hikûmeta Iraqê bike û destekê nede êrişên dewleta Tirk: “Yek doza min heye, bila qet nebe weke hikûmeta Iraqê destekê nede êrişên dewleta Tirk. Gava mirov li medyaya PDK’ê binihêre, bi temamî destekê dide êrişên dewleta Tirk. PDK û YNK dijberiya dewleta Tirk nakin, piştevaniya wê dikin. Xelkê fêm kiriye, ew nikarin dijayetiya dewleta Tirk bikin, ew nikarin weke Iraqê daxuyaniyê jî bidin li dijî wê, lê em dibêjin, bila destekê nedin êrişên dewleta Tirk. Bila alîkariyê nedinê, lê mixabin alîkariyê jî didinê.” Hikûmet naxwaze xwepêşandan xuya bikin Akademîsyena siyasetzaniyê, Dastan Jasim ku medya Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne jî li ser dîtin û nedîtina xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê di medyayê de got, “Di nava xelkê de piştgiriyeke mezin heye ji bo xwepêşandanên li dijî êrişên dewleta Tirk. Tevî ku gelek mirov naxwazin pirsgirêkên wan bi polês re hebin yan jî ji ber şewba koronayê ditirsin. Lê xwepêşandan hebûn û mezin bûn. Herçî kanalên hikûmeta Başûr in, ên weke Rûdaw yan jî K24’ê hîç behsa wan nekirin. Çendekên ku xwepêşandana li Silêmanî şopandin NRT, Kurdsat û çend ajansên nûçeyan ên biyanî bûn. Axir jixwe hemwext çalakî û grevên ji ber nedana mûçeyan ên xebatkarên sektora sihetê, yên sektora ewlekariyê jî hene. Hikûmet naxwaze ew jî xuya bikin.”