PDK û YNK ji bo avakirina hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li hev civiyan.

Endamê Buroya Siyasî ya Yekitî Niştîmanî Kurdistan (YNK) Hakim Qadir û endamê Buroya Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li Silêmaniyê Arif Tîfor piştî civînê ji rojnamevanan re peyivîn. Hakim Qadir got, partiya wan dê bi PDK’ê re beşdarî hikumeta nû bibe û diyar kir ku berpirsyariya mezin li ser milê her du partiyan e. Qadir da zanîn ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê pêkan e û got, YNK dixwaze hikumeta nû xizmeta gelê Kurdistanê di hemû aliyan de bike.

PDK û YNK bêyî hev nikarin!

Endamê Buroya Siyasî ya PDK’ê li Silêmaniyê Arif Tîfor jî diyar kir ku tevî ku PDK’ê 45 kursî di parlemanê de wergirtine lê ew bêyî YNK’ê nikarin karûbarên herêma Başûrê Kurdistanê bi rê ve bibin. Tîfor destnîşan kir ku aliyên din ku beşdarî hikumetê nabin dikarin wek opozîsyona avaker xebatên xwe bidin meşandin û wê demê ew dikarin bi YNK’ê re hikumeta nû ava bikin. Tîfor diyar kir ku divê para herêma Başûrê Kurdistanê ji budçeya Iraqê ya sala 2019’an ji sedî 17 be.

Tê payîn ku rayedarên PDK’ê di destpêka hefteya bê de bicivin û namzetê xwe ji bo serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê eşkere bikin.

 

SILÊMANÎ