
Şervanên înternasyonalîst ên di nava YPG'ê de, li Kobanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin, şervanên înternasyonalîst ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, tavilê bên berdan.
Daxuyaniya çapemeniyê li ber abîdeya li Kobanê ya ji bo şervanên înternasyonalîst ên li Rojava jiyana xwe ji dest dayê, hat dayîn. Şervanan di dema daxuyaniyê de bi Kurdî dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana gelê Kurd" got.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, agahî ji 6 şervanên înternasyonalîst ên hefteya bihurî aliyê PDK'ê ve hatin girtin nayê wergirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, şervanên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin Callûn Ross, Ozkan Ozdîl, Fernando Grassa, Jûstîn Schnepp, Damîen Rodrîgûez û Anthony Delgatto ne.
Şervanên înternasyonalîst DAIŞ wekî rêxistineke terorîst ya cîhanî bi nav kir û got, "Şoreşa demokratîk a Rojava bi hêzên xwe yên YPG û YPJ´ê karîn pişta vê terora cîhanî ku beriya Kobanê li cihekî bi bin neketibû, bişkîne. Bi Kobanê me fêm kir ku têkbirina vê terorê tenê bi rêya berxwedanê pêkan e. Li hemberî vê terora cîhanî, weke şervanên înternasyonal ji welatên cuda, me baweriya xwe bi Şoreşa Rojava aniye û piştre em tevlî vê têkoşînê bûne."
Hevalên me zindî ne yan na?
Şervanan astengiyên PDK datîne pêşiya înternasyonalîstên tevlî nav refên şoreşê dibin, û ambargoya wê ya li dijî Rojava bi bîr xist û wiha dewam kir: "Tevî hemû astengiyên ku KDP derxistine jî, bi sedan ji me beşdarê têkoşînê bûne. Eger KDP ewqasî zehmetî çênekiribana, dibe ku bi hezaran ji me hatibana. Mînakek ji vê hefteyekê beriya niha qewimî. Ev hefteyek e ku haya me ji 6 hevalên me yên înternasyonalîst tine ye. Em tenê dizanin ku ew ji aliyê PDK´ê ve hatine girtin, lê em nizanin ka rewşa wan çi ye, wan çawa radigirin. Em heta nizanin gelo ew zindî ne yan na."
Zerarê li têkoşîna demokratîk a gelan dikin
Şervanan got, kiriyarên bi vî rengê êrişên li dijî Şoreşa Rojava ne û wiha gotinên xwe dewam kirin: "Belkî zirarê dikin li têkoşîna demokratîk ya gelan û li aramiya cîhanê, di heman demê de PDK´ê dixe xizmeta terora cîhanî ya DAIŞ’ê.
Em saziyên şoreşger, hêzên demokratîk û pêşverû û hemû kesên ku piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞ’ê dikin, vedixwînin ku li hemberî hewldanên PDK´ê ya ku dixwaze bipêşketina demokrasiyê li Rojava bifetisînê, bê deng nemînin.
Hemû dinya divê bizane ku hêzeke paşverû weke PDK´ê dixwaze hemû nirxên demokratîk ku bi Şoreşa Rojava bi pêş ketine û têkoşîna YPG/YPJ´ê li hemberî terorîzmê, reş bike. Li hemberî vê paşverûtiyê, em bang li hemû şoreşgerên înternasyonalîst dikin, werin Rojava û piştevaniya şoreşê bikin."
KOBANÊ