
Parlamenterê Tevgera Goran Alî Heme Salîh û Parlameterê Komela Îslamî Soran Omer ên ku pêr di saetên şevê de ji bo ji bajarê Silêmaniyê biçin Hewlêrê ketibûn rê, li Pirdê (Altin Kopru) ya di ketina Hewlêrê de, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin û li rasta muameleya xirab hatin. Wekîlan diyar kir ku dema di bin çavan de heqaret li wan hatiye kirin û hatine derbkirin. Wekîl, saet derdora 23:00’an ber bi bajarê Silêmaniyê ketin rê.
‘Divê her kes li ber kiryaran rabe’
Wekîlên Tevgera Goran û Komala Îslam ji ANF’ê re axivîn û helwesta PDK’ê şermezar kirin ku wekîlên partiyên wan binçav kiriye.
Parlamenterê Tevgera Goran Bestûn Faîk nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirinan da û got, “Rewşeke gelekî nebaş e. Ev yek rastiya PDK’ê ku dibêje ‘ji bo çareserkirina krîzê bi partiyan re hevdîtinan dikim’ radixe pêş çavan. Eger rewşek hebe, ev bi qanûnan çareser dibe. Beriya niha nehiştibû Serokê Parlamentê Yûsûf Mûhammed bikeve Hewlêrê. Piştî vê bûyerê diviyabû tiştekî bi vî rengî nehatibûya kirin. Ji xwe wan bi xwe jî gotibûn, ku ew ê careke din tiştekî bi vî rengî nekin. Mixabin PDK karên gelekî nebaş dike. Lazim e her kes li ber vê yekê rabin.”
Ji Komala Îslam parlamenter Hewraman Heme Şerîf jî got, “Em van binçavkirinan şermezar dikin. PDK qanûnan binpê dike. Ne tiştekî bê qebûlkirin e, ku heman tişt careke din dubare kir. Divê kes li pêşberî vê rewşê ne bêdeng be.”
Parlamenterê YNK’ê Salar Mahmûd nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û got, “Rewşeke gelekî nebaş e. Eger pirsgirêka PDK’ê bi hinan re hebe, divê bi rêya qanûnan vê çareser bike. Binçavkirina bi vî rengî ne tiştekî qebûlkirinê ye. Parlamenter mirovên ji rêzê nînin. Divê hurmet ji wan re bê nîşandan. PDK bi vê rêbazê nikare pirsgirêkê çareser bike. Krîz bi vî rengî dikare kûrtir bibe.”
Parlamenterê Tevgera Goran Alî Heme Salih û Parlamenterê Komala Îslam Soran Omer danê êvarê ji bo biçin Hewlêrê ji Silêmanî bi rê ketibûn, lê li pêşiya Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşê yên Pirdê yên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin. Di binê çavan de heqaret li parlamenteran hatibû kirin û li wan hatibû xistin. Her du wekîl nîvê şevê saet di 23:00 de li Silêmaniyeyê hatibûn vegerandin.
SILÊMANÎ