Fermandarekî Pêşmergeyan ku naxwaze şer derbikeve û nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku rêveberiya PDK’ê li Şengalê xwe ji bo şerekî li hemberê YBŞ’ê amade dike. Fermandar, da zanîn ku ev du rojin gelek wesayîtên zirxî sewqî aliyê bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê tên kirin û ev agahî dan: “Heta niha 28 wesayîtên zirxî yên bi navê Hammer a çek jî li ser e, 48 wesayîtên zirxî ku weke tang, panzêr û dûpişk di nav de hene, hatine bicih kirin.”
Fermandarê pêşmerge diyar kir ku PDK-AKP ji bo şer bidin destpêkirin nêzî 600 çeteyên ji hêla artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin, wê tevlî vî şerî bikin û wiha got: “Gelek pêşmerge hene ku naxwazin tevlî vî şerî bibin. Lê di navbera rêveberiya PDK’ê û van pêşmergeyên ku nerazîbûn nîşan didin de nîqaş berdewam dikin, lê wisa xuya ye ku wê di 13’e adarê de an jî çend roj piştre dê şer rû bide.
ŞENGAL