
Koma Parlamanê ya Yekîtiya Niştimanê Kurdîstan (YNK), li parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê revandina fermandarê HPŞ’ê Heyder Şeşo de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Koma YNK’ê bang li serokatiya parlamento, serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê, komên di nava parlamentoyê de, partî û aliyên siyasî, nûnerê welat û konsolxaneyên li Herêma Kurdistanê kir û revandina Heyder Şeşo şermezar kir.
Di daxuyaniya koma YNK’ê de tê gotin: “Fermandarê HPŞ’ê û qehremanê ku ji despêka kareseta Şengalê ve tenê kêliyekê jî ji eniyên şer venekişiya ye. Ji dema nêzî 4 hezar jinên Êzdî ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatine revandin û bi hezaran penaber bûyîn de, birêz Şeşo ligel hevalên li çiyayê Şengalê eniya şer girt û ji bo parastina welatiyên sivîl û bê guneh li dijî dijmin rawestiya.”
Li şûna rêzê bigrin, revandin
YNK’ê ragihand ku li cihê rêz lê were girtin, Heyder Şeşo hatiye revandin û wiha dewam kir: “ Em daxwaz dikin ku fermandarê giştî yê hêzên çekdarî birêz serokê Herêma Kurdistanê di asta vê binpêkirinê de bêdeng nebe û fermandarê me yê qehreman nekin qurbanê nakokiyên siyasî.”
Di dawiya daxuyaniya Koma YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: “ Em daxwaz dikin ku demek berî demekê sedema revandina birêz Heyder Şeşo û hevalên wî were eşkerekirin û bên berdan.”
NAVENDA NÛÇEYAN
'Heyder Şeşo wê were cezakirin'
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) ji ber avakirina hêzeke 'ne yasayî' hatiye binçavkirin û wê were cezakirin. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di wê daxuyaniyê de wiha dibêje: “Berî niha Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku xwestin li Şengalê hêzeke li derveyî yasayê ava bikin, hatibûn hişyarkirin. Lê wan guh nedan vê yekê.”
Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: “Du meh dem ji bo wan hatibû diyarkirin. Ger bixwazin xizmeta Şengalê û Kurdistanê bikin, bila tevlî hêzên pêşmergeyan bibin û bikevin di bin çavdêriya wezareta pêşmergeyan de. Lê ew li ser hewldanên xwe berdewam bûn. Em ti carî destûr nadin ku hêzekî derveyî yasayî bê avakirin û yên vî karî bikin jî wê werin darizandin. Ji ber vê yekê berpirsê wê grûbê Heyder Şeşo û hinek kesên din bi fermî hatine girtin û wê werin darizandin. Herwiha ti kes nehatiye windakirin û bi veşartî jî nehatine girtin