
Li bajarokê Sinûnê yê girêdayî Şengalê asayîşa PDK’ê careke din zext û zora xwe li ser Şengaliyan kir ku vê carê jî destûrê nade deraman derbasî bibin. Xwediyê dermanxaneyê Sebah Hesen diyar dike ku armanca wan ew e ku gelê Êzîdî venegere Şengalê û dibêje: “Em ji asayîşa PDK’ê dixwazin ku me fermî qebûl bikin. Lê me qebûl nakin û nahêlin em dermanan bibin Şengalê. Niha jî deriyê dermanxaneya me girtine. Hem derman nayênin nexweşxanê hem jî nahêlin dermanxaneya heyî bixebite. Meclîsa Avaker a Şengalê ji mere gotiye emê alîkariya we bikin. Em li bendêne ku asayîşa PDK’ê deriyê Dermanxaneyên me veke.”
Bi gotina xêrnexwaze kî
Sebah Hesen diyar dike ku wan serdana asayîşa PDK’ê kiriyê lê tim hincetan derdixin û wiha pê de çû: “Gel tê gel me, em li malên xwe derman didin wan. Em daxwaz dikin ku yek ji bo me çareyek bibîne û divê em zanibin ji bo çi dermanxaneyên me girtine. Em çûne cem asayîşa PDK’ê, lê ji me re gotin dergehê dermanxaneyan bigirin heya ku em biryara vekirina wan didin. Piştre jî ji me re gotin ku rêveberê nexweşxaneya giştî ya Şengalê Kîfah Kato şikayeta we kiriye ji lewma hatiye girtin. Kîfah Kato, xêrnexwazekî Êzîdî ye û ne li Şengalê ye ku êşa gelê me bizanibe. Çima wê li ser gotina yekî xêrnexwaz deriyê dermanxaneyên me bigrin? Pêwîstiya gelê me bi van dermanxaneya heye û nahêlin derman bigihîjin destê wan.”
Hesen eşkere dike ku Kîfah Kato beriya fermanê rêveberê Nexweşxana Şengalê bû û dibêje: “Niha kes naçê wê nexweşxanê, hemû tên bajarokê Sinûnê. Derman nayên Nexweşxana Sinûnê ku bigêje destê welatiyan. Daxwaziya me ew e ku asayîşa di navbera Şengal û Duhokê de rê bide em dermanan derbasî Şengalê bikin û em deriyê dermanxaneyên xwe vekin. Ger nehêlin derman derbasî Şengalê bibe, heya nexweş bigihije Dihokê wê jixwe biçe ser dilovaniya xwe”
Biryarên siyasî ne
Her wiha xwediyê dermanxaneyek din Keleş Şengalî diyar kir ku armanca girtina dermanxaneyan siyasî ye û kesên van kirinan dikin dixwazin Êzîdî venegerin cihê xwe û dibêje: “Em nizanin sedema girtina Dermanxaneyên me çi ye. Asayîşa Başûrê Kurdistanê ji me re got deriyê dermanxaneyên xwe bigirin. Cara despêkê ji me re gotin nasnameya kar derxin, ev nêzî 20 roj e me nasnamên kar derxistine, em li bendê ne ji me re bêjin deriyê dermanxaneyên xwe vekin.”
Şengalî bi bîr xist ku ew bawer dikin ku sedemên vê yekê siyasî ne û got: “Ne tenê nahêlin derman derbasî Şengalê bibin nahêlin xizmetguzarî jî bên kirin. Dibêjin em ji ber PKK’ê xizmetguzarî nakin, ev dûrî rastiyê ye. Naxwazin gel vegerê ser malên xwe. Mînak PKK nehatiye ber deriyê nexweşxanê û astengî ji mere dernexistine. Armanca wan diyar e eger derfet li Şengalê çêbibin, wê gel êdî vegerê axa xwe. Ji ber vêya naxwazin astengiyan çêdikin.”
ALÎ PÎR / ROJNEWS / ŞENGAL