Li gor nûçeyên ajansên nûçeyan ên Îranê, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê û endamê polîtburoya PDK’ê Kerîm Sincarî, doh li Tehranê li gel nûnerê taybet ê lîderê dînî yê Îranê Elî Xamaney, Elî Şemxanî rûnişt.
Ajansên Îranî îdîa dikin ku Kerîm Sincarî di hevdîtina xwe ya li gel Elî Şemxanî de gotiye; “Em ê destûrê nedin ti komek li herêmên ser sînorê Îranê aloziyan çêke, ewlehiya van herêman xera bike. Ji bo wê jî em ê bi hemû hêza xwe li dijî van koman bisekinin û rê nedin di sînorê navbera me û Îranê de çalakiyan bikin.”
Her di heman hevdîtinê de, Elî Şemxanî jî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku parastina sînorên Îranê xeta wê ya sor e, ger dubare çalakiyên ji bo nav xaka Îranê çêbin, ew ê bersivek pirr dijwar bidin. Her wiha Şemxanî ji Sincarî re ragihandiye ku di parastina sînorên Herêma Kurdistanê de wê peywendiyên aborî û piştgiriya navbera Îran û hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetir bibin.
Rejîma Îranê beriya bi demekê, herêmên Sîdekan û yên sînorên Herêma Kurdistanê topbaran kirin û di encamê de ziyaneke mezin li xelkê gundên sînorê Başûrê Kurdistanê bû.
TEHRAN