Asayîşa Şêxan destûr neda ku nûçegihanên Çira TV merasîma diyarkirina mîrê nû yê Êzidiyan bişopîne û dest danî ser kamerayên ekîba Çira TV. Hêzên PDK´ê Çira Tv deng û rengê Êzidxanê ye. Bi vê şîarê weşana xwe ji bo tevahiya civaka Êzidî dike. Di serî de Lalişa Nûranî li tevahî cîhanê ji bo nasandina rê û rêsmen Êzdayetiyê ji temaşevanên xwe re ragihîne dixebite. Ekîba Çira Tv, bi salane kar û xebatê, rêûrêsmê olî û civakî yê li Lalişa Nûranî dişopîne. 27’ê Tîrmehê jî xwest merasîma diyarkirina Mîrê nû yê Êzîdiyan Mîr Hazim Tahsîm Beg bişopîne berê xwe da Lalişê. Lê belê Asayîşa PDK´ê ya Şêxan destûra vê yekê neda, xebatkarên Çira Tv Sadam Xankî, Şermîn Mîrza û Şêx Celal kirin binçavan.
Gef li wan xwarin
Li aliyê din asayîşê dest danî ser kamerayên ekîba Çira Tv û got, destûr nîne Çira Tv li vir xebatê bike. Heman rojê xebatkarên Çira Tv hatin berdan û kamerayên wan jî 28’ê Tîrmehê hatin radestkirin. 28’ê Tîrmehê jî asayîşa Şêxan xebatkarên Çira Tv xistin ber lêpirsîneke giran û gef li wan xwarin. Berpirsê asayîşê ji wan re got, “em hew destûra Çira Tv li herêmê didin. Divê hûn destûra weşanê werbigirin.” Xebatkarên Çira Tv jî gotin, “me çendî caran daxwaza destûra kar û xebata li Lalişê kiriye, lê belê bêbersiv hatiye hiştin.” Berpirsê asayîşê li vê derê, gef li xebatkarên Çira Tv xwar û got: “Heke hûn bi navê Çira Tv li Şêxan xebatê bikin, em ê we bigirin. Wê dadgeh we darizîne û biavêje hepsê.”
Çira cejn, rê û resmên olî bû
Hêjayî gotinê ye, ekîba Çira Tv, her kar û xebatên civakî, olî û çandî li Lalişa Nûranî ji bo civaka Êzidî dişopand. Cejn, rêûresmên olî, nûkirina Lalişa Nûranî digihand temaşevanên Çira Tv. Endamên Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan, binemala Mîran, micewir û xilmetkarên Lalişê bi awayekî xwedî bawerî, dengê xwe digihandin Çira Tv. Ji ber vê yekê gelek caran ji ber kar û xebata Çira Tv, weke televîzyoneke Êzidiyan, malavahiya wê ji aliyê Meclîsa Rûhanî, binemala Mîran û xilmetkarên Lalişê ve dihat kirin. Niha çav li Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan e, ku wê li hemberî vê pêkanînê çi helwestê nîşan bide.
ŞENGAL