PDK´ê Qehreman Şukrî hîna bernedaye
Li herêma Behdînan girtin û binçavkirina rojnamevan û aktivîstan a bi destê PDK’ê dewam dike. Gelek caran bi awayekî neqanûnî, rojnamevan bêyî ku ji berê de werin agahdarkirin, ji aliyê asayîşê ve têne binçavkirin. Piştre jî bi behaneyekê dişînin dadgehê. Ev girtin û zextên li ser rojnamevanan bûne sedem li herêma Behdînanê rojnamevan nikaribin bi awayekî azad karê xwe bikin.
Ev zêdetirî hefteyekê ye ku rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn li Behdînanê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Rojnamevanên Dihok û Behdînanê têkildarî astengî û girtinên rojnamevanan got, girtina rojnamevanan a li herêmê ji derveyî qanûnê ye û her diçe binpêkirinên mafê rojnamevanan zêdetir dibin.
Rojnamevan Karwan Sedîq ê li Kanala Gelî Kurdistan kar dike, got, girtina rojnamevan Qehreman Şukrî karekî ne qanûnî ye û sansurkirina rojnamevaniyê ye. Karwan Sedîq bi bîr xist ku bavê Qehreman jî di êrişeke qaşo faîl nediyar de jiyana xwe ji dest daye û niha jî dixwazin heman çarenûsê bînin serê Qehremanî.
Rojnamevan Zefer Mamend ê li kanala Behdînan Sat de dixebite, ji rêxistinên ji bo azadiya rojnamevanan kar dikin xwest ji bo Qehreman Şukrî hewlan bidin.
Têkildarî mijarê Berpirsê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Dihokê Heysem Petrus jî got, ji serê salê ve li herêma Behdînan wek binpêkirin 10 rojnamevan hatine binçavkirin. Piştre ew hatine berdan ku pirraniya wan di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin. ROJNEWS/DIHOK