PDK’ê sûc kir
RÊBAZ HESEN / REWŞÊN QASIM
ANF/SILÊMANÎ
Serokê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û serokê lîsteya Yekgirtû ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê Dr. Musena Emîn ji bo dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê got: “Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir dike, serweriya Iraqê nas nake. Divê Iraq li Başûrê Kurdistanê helwêsta xwe nîşan bide.”
Dr. Musena Emîn ji bo referandûma ku li Başûrê Kurdistanî pêk hatî dibêje, “Bi referandûmê re me dijminê gelê Kurd hemû kirin yek” û wiha dipeyive:”Me demeke gelek xirab ji bo referandûmê hilbijartibû. Divê referandûm di wê demê pêk nehatiba ji bo referandûmê ne guncaw bû. Hilbijartinên Iraqê li pêşiya me bûn, baweriya hêzên Iraqê jî bi serbixwebûna Kurdistanê hebû ji bo ku dengê Şiiyan qezenc bikin, hemû li dijî referandûmê derketin. Bi referandûmê re me dijminê gelê Kurd hemû kirin yek. Di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê de gelek alozî hebûn, lê belê ji bo pirsa Kurd, referandûmê ew anîn gel hev û li dijî referandûmê rabûn. Ya li dijî Kerkûkê hat kirin bi alîkariya Tirkiye û Îranê hat kirin.”
Tişta hatî kirin sûc bû
Dr. Musena Emîn derbarê girtina parlamena Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve jî dibêje, “Tişta ku li beramberî parlamena Başûrê Kurdistan hatî kirin, sûc bû lê bila ev ji bîra me neçe. Serokê parlamenê xwedî ezmûn bû ji bo rêvebirina parlamenê. Lê belê PDK’ê biryar da ku parlamenê bigire.”
Serokê Lîsteya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan, Dr. Musena Emîn têkildarî hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê eskerên Tirk ve wiha dipeyive: “Tişta Tirkiye niha dike, binpêkirina serweriya Iraqê ye û divê hikûmeta Iraqê xwedî helwêsteke cidî be li beramberî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Divê bi rê û rêbazên medenî pêşî li van êrişan were girtin.”