Doh li navenda YNK’ê ya li Hewlêrê şandeyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lihev civiyan. Piştî civînê Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl lihevkirina di navbera herdu partiyan de îmze kirin.
Piştî îmzekirina lihevkirinê, Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer û Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed civîna çapemeniytê lidarxistin.
Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer di civîna çepemeniyê de got; “Wê prose berdewam be û ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê emê lez bikin.
Piştre Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed jî peyivî û got; “Lihevkirin ji bo yekrîzî û ximzeta xelkê ye. Me li ser yekalîkirina mijarên Bexda û Bexda lihev kir.
HEWLÊR / ROJNEWS