Siyasetvanê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir ku niha hêzên Başûrê Kurdistanê daxwaza hilweşandina peymana Sykes Picot dikin, dibêjin, peyman bi dawî bûye, lê di heman de sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de digrin.

Siyasetvanê Kurd Mihemed Emîn Pencwênî mijarên di rojevê de ji ajansa nûçeyan RojNewsê re nirxandin. Pencewînî bal kişand ser sedsaliya Peymana Sykes-Picotê û got, “Dema ku Brîtanya û Fransa peymana Sykes-Picot ji bo parvekirina axa wê demê di destê Osmaniyan de, pêk anîn, bi hêztirîn hêz bûn li herêmê. Hingê peymanê li Rojhilata Navîn di warê siyasî de neheqî li 2 miletan kir, yek jê Kurd bûn û yê din jî Filîstînî.  Di encama vê peymanê de Kurd li ser 4 dewletên dagirker hatin parçekirin.”


‘Kurdan nekarî xwedî li Sevrê jî derkevin’

Pencewînî di dewama axaftina xwe de weha peyivî: “Piştî peymana Sykes-Picotê peymanên Sevr û Lozanê hatin mohrkirin. Di peymana Sevrê de hinek mafên weke otonomiyê dan Kurdan. Lê di wê demê de hestê neteweyî yên Kurdan bi hêz nebû. Bi taybetî li hinek parçeyan hêzên siyasî yên Kurdan ne yekgirtî bûn. Zêhniyeta eşîrtî û binemalî di nava Kurdan de bi hêz bû. Ji ber vê yekê nekarîn xwedî li peymana Sevrê derkevin. Kesek nebû piştre bişopîne. Ji ber vê yekê piştre peymana Lozanê hat û Kurdistan li ser 4 parçeyan hat parvekirin.”

 

‘Peymanan alozî zêdetir kirin’

Pencewînî destnîşan kir ku di peymana Sykes-Picot de xalek nîne ku bibêje peyman piştî sedsalan bi dawî dibe û weha pêde çû: “Lê siyasetvan û kesên demokrat ên cîhanê gihiştîne wê baweriyê ku peymana Sykes-Picot û peymanên din nekarîn aloziyên Rojhilata Navîn çareser bikin. Belku, peymanan aloziyên qewmî, mezhebî, etnîkî û neteweyî zêdetir kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e, ev peyman di ber çavan re bê derbas kirin û careke din nexşeya Rojhilata Navîn bê diyarkirin.”

 

‘Yekîtî nebe, derfet wê ji dest biçin’

Pencewînî îşaret pê kir ku siyasetvan û zihniyeta niha ya Kurdan dihizire ku di rewşa niha de, divê Kurd siyaset û îradeya xwe bi federasyonê û konfederasyonê pêk bîne û weha dewam kir: “Lê ev kar encam nagire, eger yekîtiya neteweyî û sêwaneke neteweyî nebe ku di nav de pirsgirêkên Kurdistanî werin çareserkirin. Ji ber vê yekê eger yekîtî pêk neyê wê weke pêştir derfetên dîrokî ji destê me biçin.”

 

‘Çav li Rojava bikin’

Pencewînî destnîşan kir ku erkê sereke yên hezê siyasî ew e ku pireke dilayogê di nava Kurdan de ava bikin û weha domand; “Divê hewl bidin ku pireke diyalogê ya Kurd diyar bikin. Weke çawa li Rojavayê Kurdistanê sûd ji wê derfeta dîrokî dîtin û kanton îlan kirin. Berê gelek siyasetvanan li Başûr henekê xwe bi wan kir, lê wan bi zêhniyeta xwe, hişyariya nîştîmanî û neteweyî karîn hêdî hêdî biçin pêş û derfeteke din jî ji bo wan hat pêş û federasyon îlan kirin. Ev yek mînakeke zindî ye ku parçeyên din ên Kurdistanê dikarin çav lê bikin.”

  

‘Dagirkeran em bi peymanan parçe kirine’

Li ser nakokiyên hêzên siyasî ên Başûrê Kurdistanê jî Pencewînî got, “Daxwaza hilweşandina peymana Sykes-Picot dikin, lê sînoran li ser Rojavayê Kurdistanê digrin di demekê de ku Kurdên Rojava pêwîstî bi alîkariyeke mezin a me ya  mirovî, nîştîmanî heye. Pêwîstiyên wan yên rojene yên weke xwarinê nînin. Li gel vê yekê jî em sînoran li ser wan digrîn. Ev yek beriya her tiştî karekî ne mirovî û ne neteweyî ye. Daxwazê dikim da ku ew karbidestên ku derî girtine di zûtirin demê de derî vekin. Ji bo ku diyalogeke cidî ya neteweyî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de çêbe. Ji bo ku siberojê ev pir bibin çend pir û du parçeyên rizgarbûyî bibine yek parçe. Dagirkeran em bi peymana parçe kirine.”

 

Pêwistiya Kongreya Neteweyî

Siyasetvanê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî herî dawî got, “Em li Başûrê Kurdistanê banga dewletê dikin, bi pêkanîna referandûmê ve mijûl in, di vê rewşê de divê em li ser yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê bihizirin. Zihniyeta siyasî ya Kurd û partiyên siyasî yên Kurd di vê li ser armanceke diyarkirî diyalog û siyaseteke yekgirtî kar bikin. Ji bo vê yekê tişta herî baş lidarxistina Kongreya Neteweyî ye.  Wê bi vê yekê pirsgirêka siyasî ya Kurd û zihniyeta siyasî ya Kurd çareser bibe.”




BÊRÎVAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ