Endamê Hevgirtina Niştimanî ya Sûriyê parêzer Hina Îsa da zanîn ku komên çekdar hewl didin jiyana hevbeş ku gelê Sûriyê li ser mezin bûye têk bibin. Îsa, bibîrxist ku gelê Sûriyê xwedî dîroka biratî û aştiyêye û got "Pêwîstiya Sûriyê bi demokrasiya rast ya civakê heye."

Endamê Hevgirtina Niştimanî ya Sûriyê Parêzer Hina Îsa ji ANHA᾿yê re axivî û diyar kir ku gelê Sûriyê bi salane bi biratî bi hevre dijîn û destnîşankir ku bajarê Hesekê di warê jiyana gelan a hevbeş de mîna Sûriya biçûk e. Derbarê jiyana wan li Hesekê de Hena Îsa da zanîn ku gelên li Hesekê dijîn bi salan e, Suryanî, Asûrî, Keldanî, Kurd û Ereb bi biratî û wekheviyê bi hev re jiyane û got: "Ji ber mudaxeleya hêzên derve û bi taybet ji ber hewldanên Tirkiyê gelê herêmê li dijî hev derdixin û dixwazin bi vê yekê nakokiyên di navbera gelan de pêş bixin." Îsa anî ziman ku ev hewldan li hemberî aramiya Suriyê û herêmê xeter in.

´Li ser bingeha biratiyê gihaştin hev´

Derbarê hewldanên wan a  ji bo damezirandina Desteya Aştiya Civakî li Hesekê de Îsa diyar kir ku gelên herêmê yên ji hemû pêkhateyan dilê wan li ser welatê wan e. Îsa anî ziman ku li ser vî esasî gihiştine hev û komîteya amadekar a avakirina Desteya Aştiya Civakî damezirandine. Îsa da zanîn armancê wan ji avakirina Desteya Aştiya Navxweyî ya Hesekê ew e ku li bajarê Hesekê mîna bajarên din ên Sûriyê wêranî çênebe, civaka Hesekê ku ji gelek neteweyan pêk tê li ser bingeha xwe ya kevnar parastina nirxên biratî û wekheviyê bike.
Îsa, bang li hemû kesên welatparêz û dilê wî li ser welatî wî kir ku cihê xwe di nav desteyê de bigirin û alîkariya wan bikin.

Gel wê paşeroja xwe diyar bike

Îsa hewldanên gelê Sûriyê yên berê bibîrxist û got ku şoreşa li Sûriyê ji beriya 40 salî ve rû dabû, lê ji ber ku rêjîmê rê nedida hêzên muxalif, şoreş di dilê civakê de ma bû. Hîna Îsa, derbarê pêşeroja Sûriyê jî da zanîn ku Sûriyê ne xaka kesên xwînrijan e, Sûriyê xaka gelê aştîxwaz e û weha got: "Kesên niha şîdet û tundiyê li Sûriyê dikin ne ji civaka Sûriyê ne, ev ji bo berjewendiyên hêzên derve kar dikin, daxwaza van kesan ew e ku gelê Sûriyê berdin hev û ew li ser vê yekê sûdê werbigirin.   Gelê Sûriyê wê li dijî van derkeve û bi hêza xwe wê demokrasiya ku hemû pêkhatiyên Sûriyê cihê xwe tê de bigire bidestbixe û paşeroja xwe diyar bike. Bi rast çareseriya pirsgirêka li Sûriyê demokrasiya civakê ye, ne demokrasiya desthildariya dewletê ye."


DILŞAD CUDÎ/ANHA/HESEKÊ




Ji TEV-DEM´ê hişyarî

Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şewitandina avahiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ya li Kobanê şermezar kir û gel hişyar kir ku li dijî lîstikên derve û hundir hişyar bin.
Piştî ku avahiya  Partiya Demokrata Kurd li Sûryê – El Partî de şewat derket, li ser bûyerê lêpirsîna Asayîşa Kobanê dibome. Di çarçoveya lêpirsînê de ekîbên asayişê doh çûn avahiya partiyê û lêkolînên kirin. Rayedarê El Parî Ebdo Elûş diyar kir ku kesên ev kiryar kirine dixwazin di navan civakê de fitne û tevliheviyê derxînin û ewlekariya herêmê têk bibin.
Li ser mijarê TEV-DEM´ê jî nerazîbûn nîşan da. Desteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demeke ku pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye de, hêzên derve li hinek herêmên kurdî êrîş û provokasyonan pêk tînin, hin hêzên siyasî yên dijberiya mafê gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê dikin jî hewl didin ku di nava gel de tevlihevî û fitneyê derxînin.

Dixwazin nakokiyan pêş bixin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên dijber bi nav û dirûşmeyên cûda êrîşî destkeftiyên  gelê kurd dikin û dixwazin ji derve mudaxeleya Rojava bê kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çekdar jî dixwazin ji nakokiyên di navbera partiyên kurd de sûd werbigirin û bi vê armancê li Rojava buroyên partiyên siyasî û navendên saziyan dişewitînin, herî dawiyê jî pêr li Kobanê avahiya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê şewitandine.

Banga ronîkirina êrîşê

Di daxuyaniyê de bûyera şewitandinê hate şermezarkirin û bang li hêzên asayîşê hate kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin, nasnameya kesên êrîş pêk anîne aşkera bikin û wan radestî dadgeha gel bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd hate kirin ku li dijî lîstok û planan haydar bin, ji bo parastina herêmê hişyar bin û ev tişt hatin gotin: “Pêdiviya me ji ba û avê zêdetir bi aştiya navxweyî heye, ji ber vê yekê pêwîste her kes bi rihê berpirsyariyê tevbigerin û alîkariya hêzên ewlekariyê bikin da ku rastiya bûyerê aşkera bikin.᾿̓

ANHA/KOBANÊ




YPG: Em ê ji êrîşan pirarêzin


Meclîsa Leşkerî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Qamişlo, diyar kir ku ew ê hemû taxên Qamişlo biparêzin û bi tu awayî rê nedin tu hêzên leşkerî ku têkevin bajêr.
Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê ya Qamişlo derbarê êrîşên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di rojên dawî de li başûrê Qamişlo di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên Artêşa Azad de pevçûn diqewimin û di encamê de gelek ziyana madî li gundên derdorê çêbûye, niştecihên gundên ku bûne hedefa topbên rêjîmê ji gundên xwe koç kirine. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku herdu alî jî li gorî zagonên şer tevnagerin û cûdahiyê naxin navbera hedefên sivîl û leşkerî. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî welatiyên sivîl hatin şermezarkirin û hate gotin ku herdu alî binpêkirinan dikin û êrîşî sivîlan dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Baasê bi çekên giran êrîşî cihekî şervanên YPG᾿ê jî kiriye û di encamê de şervanekî YPG᾿ê birîndar bûye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rêjîmê hewl didin gelê kurd bikişînin nava şerkî ku tu berjewendiyên wan tê de tune ye. Di daxuyaniyê de hêzên rejîmê hatin hişyarkirin û hate gotin ku wê bersiva êrîşan bê dayîn.
Her weha hat diyarkirin ku YPG´ê parastina hemû pêkhateyên Qamişlo yên wekî kurd, ereb û xirstyanan bike û rê nede tu hêzên leşkerî ku ziyanê bigihînin bajar û pêkhateyê wê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em rê nadin ku tu hêzên leşkerî derbasî Qamişlo bibin û ziyanê bighînin bajêr. Em herdû aliyan hişyar dikin ku şerê xwe neyînin hindurê bajêr û êrîşî yekîneyên me yên ku bajêr diparêzin nekin." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê rewşê ji nêz ve dişopînin û li gorî berjewendiya şêniyên Qamişlo ku pêwîst bike wê mudaxele bikin.

 ANHA/QAMIŞLO