Rêveberê Paymangehê Hesen Hesen axivî bal kişand ku wan di vê sale de gelek derfet daye pêşiya xwendekaran û got: “Piştî ku materyalên perwerdeyê hatin guhertin, me ev gav avêt. Pêdiviya dibistanan bi mamosteyan heye. Xwendekarên peymangehê yên vê salê piştî ku xwendina xwe bidawî bikin, dê li dibistanên seretayî werin erkdarkirin.”
Pêşiya ciwanan vedikin
Derbarê makanîzmeya qebûlkirina xwendekaran de Hesen anî ziman ku di dema hukmê Baas de piraniya malbatan êşa hejariyê dikşandin û vê yekê dihişt ku gelek kes dest ji dibistanên xwe berdin, ev peymangeh jî li pêşiya ciwanan hat vekirin da ku xwendina xwe dewam bikin.
Li gorî Hesen, rê li pêşiya ciwanan vedikin ku fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin û koçber nebin. Hesen ji hemû ciwanan hêvî kir ku berê xwe bidin peymangehê û xwe fêrî zimanê xwe yê dayîkê bikin. Peymangeha Viyan Amara di 8 cotmeha 2015’an de li Efrînê hat vekirin, li vê peymangehê niha 170 xwendekar hene.